Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Gulîzer

Gulîzer

2 görüntülenme 0 beğeni
Yekê tenikê dirêj bû U çavên wî reş Bêrîyên wî, nediepisîn dilê wî Bi mirinê re bibû heval Wek hevalek rojane, wî xistibû milê xwe çû çiya hemêzkir Kenên me yên zaroktîyê hîn digirîn li pê wî Lîstikên me stîxwar Em bi gurên çiyan û teyrên ezmanan re bûn heval Lê ji durîya wî re nebûn heval Min nizanibû Kijan kevir bûn balîf li bin serê wî Kîjan stêrk bûn heval, gohdarî kirin hêvîyên wî Kîjan axa çav birçî veşart bedena wî Min nizanibû Min stranek ji xwer kiribû sebrik Di ber dilê xwe dida Bi dengekî nizm, min ji xwe re digot: "Min bihîstî tu nexweş î dilo... Derdê xwe ji kesê re nabêjî dilo... çi bikim bextê me tim reş e dilo... Carekî nebûye geş e dilo..." Carek bihata Mine çogê xwe jê re bikira balîf Minê bi bijankê xwe kêl bavêta birînên wî Minê wi bi porê xwe bipêça Minê heft roja li ser biloranda: "Lo lo pismamo tu çima deng nakî Serê xwe carek bilind ranakî" Em bi gurên çiyan û teyrên ezmanan re bûn heval Lê ji dûrîya wî re nebun heval Nizanibû, çend buharên rengîn li pêy wî digirîn Nizanibû, kuçên em têda mezin bûn sînine Nizanibû, du dilop hêsir di çavên me de veşartîne û herdem amadene Ji bona werin xwarê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Gulîzer şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz