Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Gulîzer

Gulîzer

2 görüntülenme 0 beğeni
(NA)sname Yekî tenikî dirêj bû çavên wî reş (NA)vnîşan çû (NA)htorên wî Me nizanibû Kîjan stêrk bêriyên wî guhdarî kirin Kîjan xweliya xwelîser ew veşart (NA)lenala me Me nizanibû Me ji dûr ve stranek dikir sebrik Di ber dilê xwe di da "min bihîstî tu nexweş e çi bikim bextê me tim reş e" Kenên me yên zaroktiyê hîn şînî ne Lîstikên me stûxwar Gurên çiyan teyrên ezman bûn hevalên me Bêdengiyê, te guhên me xwar (NA)me Ku tu bihata, bi çi halî Min ê çokên xwe ji te re bikra balîf Min ê birînên te bi hêsirên xwe bişuşta Min ê bi bijangên xwe kêl biavête birînê te Min ê tu bi porê xwe bipêça û li ser te heft rojan biloranda "lo lo pismamo çima tu deng nakî serê xwe carek bilind ranakî" Ez û çend biharên rengîn bi pey te biketana Kuçe bi kuçe ji xatir xwestina te re bilîrandana Heta barana çaven me can bidana (NA)kokî çend dilop şîrê diya min Ji çemê hêza Antîgone bû Qaşo min jî jê vexwaribû Malwêran im ez negîham te Nebûm Antîgonaya te (NA)yêgotin çûyîna wî Car carna dibe îskeîsk Lê nayê gotin

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Gulîzer şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz