Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Gulîzer

Gulîzer

2 görüntülenme 0 beğeni
Li Deriyê Mêrdînê Di nav wan kuçeyên teng de Bi bêhna nanê tenûrê û Li ber agirê balîcanên birajtî Ku tu, hîn ew pîreka li ber derî rûniştî yî? Wan evînên min ên zarok, Wan cvfnên min ên şikestî Bike dawa xwe û îşev kil bike Amedê. Ez ê îcar ji caran Destên xwe yên heta niha çogên min dihelisandin Li defa singa te bixim. Singa te ya bideq, binexş ku Dikare pîrekekê jî ji serî derxîne. Ez ê destên xwe li defa singa te bixim û ez ê îşev pirsekê ji te bikim Amedê. Hercarê, tu ew hûtê heftserî bû(yî) Me tu, bi tametîkên goşeyên dilên xwe, Bi şêrînên ber dilên xwe xwedî dikir Tu, wê xwedawenda bêwijdan! Can bi me ve nema Dil bi me ve nema Taqet nctna Îşev birçî raze Amedê. Dayikên ku berxên xwe di nav sînga te de veşartî Çend sal in, hebriyên bêmorîk didin serê xwe? Çend sal in, tu jî dijmêrî wek min biharan? Hebriyên wan, ev çend bihar in ji keskesoran dûr Hebriyên reş qasidên biharan e Biharên li me reş geriyane. Ji kerba wan re Îşev Hebriya ku me di xwazginiyê de avet serê te Û me tu kir destgirtiyê xwe bavêje, Tu jî xwe serqot bike Amedê. Ji kerba, Me porên xwe yên Ku Ji şîna ezmanê te re dikir desmal Kurr kirin Xistin dawa te Îşev bi girî razê Amedê. Û bi ser halan re Serê xwe yê ku bi serhildanan bilind bûye Bi kuştina keçên ciwan Bera ber xwe nede, Keç ziyaret in Amedê. Îşev Here porên keçên xwe bike gulî Paçikên xwe bi serên guliyên wan ve girêde Wek li ber darên ziyaretan Xwestekên xwe bêje di dilê xwe de Dîsa bilind bike serê xwe Amedê. Dilê min ji te dimîne, Destê min ji te nabe Ewqas diherim, têm Dijmêrim bajaran Dilê min dîsa li te dimîne Amedê. Ez li ber te dikevim Gavekê dûr bikevim Bi emrekî bi dû te dikevim Diherim têm Di nav evîna te de Bêtaqet dimînim Dîsa Wek hercar Bêşik, Bêçar Li ber deriyê te dikevim. Ka veke hemêza xwe, Dildara te ya misêwa hat Amedê. Ez, serapa zivistan im Û li meydanê me, Bêtaqet, Bê şûr, Bê fîstan im Dîsa serê min deyne ser çogên xwe Meselokan bibêje Bila em dîsa bi bêxembûna Iîstika bûka baranê bin Û kenên xwe yên hebhebî Hebo hebo li deriyan belav bikin Amedê. Bibêjin hîna Bibêjin dîsa: “Bûka me baranê dixwaze.” Payîz 2005

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Gulîzer şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz