Tu yê hil bibî, ez ê dil berdim strana gewriya te
Dibêjim best, kaba min a dilînî tûşî te dibe
Tenêtiyê dipên ji tela min a xurde û zamorte
Ji bo bibêjim bêdengî, ma divê bipeyivim?
Xemzexan, malek ji çend peyvan pêk tê?
Tu bi min û peyvan tê Xemzexan?
Tu li dijî terora folklorê di kurdî de lêkera pêşîn î
Keşfa eyaleteke te ya nû qertafa min a dawîn e
Tirsa min feodal e, gul jî nîn e ez bi xwe bidim
Birjûwazî û ciyawaziya te ergatîvîteya min e
Şewibîn ji tênetiya gewîbûnê ye
Û nanê firneyê ji helbestê nayê xwarin Xemzexan
Gulan 2009
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Elîxan Loran şiirlerine dön