Ji bo hemû aravan
Gurêxên wextekê boncîk vedigerin gundên bê bagurdan
Cirma stûyê wan bêminetî, şûndîyarîyek e li guherên bê pez
Ewtînîyeke virnî ye, korma ji qoqê guran
Ziravê çendîn delavan qetand, kir çirav
Çendîn zixur bizdand, kir axur
Awir; arê bin xwelîyê
Heft xwezî bi şimşatîya mastê neşikênandî
Ji nêz ve qatil, ji dûr ve cahil
Danavî dikim, teyrokên toz û tebar, gend û gemaran
Bi toqa lanetê, ya ku êdî kevirê qawetê
Diricimînim vê sêr û stewrîyê, kordûndetîyê
Li ser modika qertelên bertîlnexwêr û bilindfir
Dewsa nikulên xwar ên qijikên hêknekir û bertîlxwêr
Bazareke henûn e ev, ya ku qira êl û olan tîne
Huşbûna wê nayê zarîkirin
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Elîxan Loran şiirlerine dön