Defter derfet e Silêmanê bênikul
Pêl jî kêl jî pêşnûmaya mayînê ye
Geja zimanê te çû deftero, ne wilo?
Şev îşev, man îman!
Qeyran bo min seyran e ezbenî
Va ye ez heme, çûna di têkçûnê de me
Min xwe pêşî we nekira
Dê nequrmiçiya vî peykerê ji xweliyê
Qerfiye ye helbest ji qerf û qafiyeyan maye
Tu li van tiliyên taketisî
Tu li van ramedandinên hindurînî
Bê çawa baregehên fetîşîst in kayîna min
Hîç neşibiya balîfan vê sparteka ku me pişkdarî lê kiriye
Hîç nekelimîn, heke eşq mêr be eşqiya navê jinan e
Dev kefkanîka zarokan, ziman dûrî van deran
Kesî benîştê xwe danenî ser van defteran
Tu di kurmancî de têwanga nêrîtiyê yî deftero
Belkî Belkîyeke te jî tune be
Dîroke bihurî Selpakfiroş em neketin defteran
Va ye, kurmê helbestî heta darbestî
2011
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Elîxan Loran şiirlerine dön