Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Elîxan Loran

Elîxan Loran

2 görüntülenme 0 beğeni
Şûşeya şûşeyan Tu, Baro! îro li vê bêdengiyê siyeke berbero Bi kuja çavan dipeyive vê hesa te ya her ro Tevliheviyên te, tev ne li hev bûn lo Li vê şikefta kelimandinê ya sût û rût Nehwirandina te to, lê te tiştek nego Sîmûrga refê erefê namîne ji kat û latên zaroktiyê Baro Warê te qadexe, xwarina te antî represan De quloçê xwe li kendalên newqa xwe bixe Tu digewimî li ser riya seglawî, beranberî sed lawî Li ser mêrga mergê, tavilê namûs nakeve bêvilê Şûşeya lampeyê Tu yê sê jinan bikî Baro begê Can, nan û gan wê bi wan re bê Roja te wê hilê bi dazdeh riman ji aliyê qudretê Li xwe neke derengî vê êvarê vê şevê Li xwe bike şal û şapikên kal û bavê Bixwe tiriyên bê dendik li ser mêrgê Baro begê, şûrê wî ne ko ye tu hingê Canê neşîne palehiya biniya beriyê Wê ji te re biqeşêre sêvên meletiyê Bi devê xwe qinan derxê ji dendikê Bi kulman biavêjî ser zimanê biçûkê malê Ker ket heriyê bigire bi boça teriyê Dost hatin têkeve ber pixêriyê Dijmin hatin rake tivingê, lêxe ji textiyê eniyê Ev xanim a kuja lêvê Nanê neşîne ser kaniyan, nifşên avê Wê ji te re here seyd û nêçîrê Feqan vedî li berqef û devê newalê Bîne çêlkewên nû derketî ji hêkê Xwedî bike bi goştê dîk û fêrîkê Telalan berde biniya malê Ji çêlkewan xelk bikin galgalê Ev xanim a xal û xetên qirikê Ganê neşîne pez û bêriyê Wê pezên êl û ebrê bide ber hevringê Bi hiriyê bideribîne doşeka zavatiyê Xwe li ser ramedinî wek mêkewa ser hêlînê Xwe bide ber çerxê, girêde xemlê Bi xwe bide gul û indekoyan, misk û mawerdê Bişkîne tîna begê min, bi cêrên vê xopana Serhedê Ev xanim a rext û bextên pişta Baro Begê Ez î Baro begê me Êgir berdidim nîskan heta bigihê gîskan Şûşeya dilan Canê xatûn gula gulanê bû gura sibatê Tira li ser dasê vegirt xwe ji xebatê Fiskirand ser tenûrê, rît bi beroşa zavê Kilê çavê da ber tavê, tilaq da mistê Bi qertan çû Baro, bi zîtikan qise dikê Nanê xatûn beytika reşêşkan bû gura barandîtî Wê Baro huş kirî, qanih nebû pê fiş kirî Xatir nexwest jinikê, ji xwe re hema milmilî Ji Baro re çend nifir kirî, dû re tû kirî Çol fireh e, tirên sor û şor kirî Ganê xatûna baweşîn bûye gura pişthêşîn Da jintiya xwe, dadiweşand sîleyek bi tîn Doşek avêt axuran, hirî ji hespê re kir zîn Xwe avêt ser hespê ling xist rikêba zîvîn Got, hespo me xelas kî ji şindokê mêrê bar û dîn

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Elîxan Loran şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz