Ji Kawa Nemir re, li van kuçeyên xeramokî erza me ricif û lerza me ye
kes peyvê li me nexe jî em ê biperizin per û baskên rûçikandî
Disincire kila kildanka çavreşê
Gihayê abadîniyê Ziya, her şev li ber seriyan
Selpakfiroşnûsê civakan nikarin bi civatan
Tu yê jî hil bibî best, tehn tûşî te ye jî
Dê dîwana min a reş bi def û ref bibe
Bi citkirina xilçê me yê li erd û derdan
Ya ku wê hil bibe liberxistineke îlegal e
Ligel dergehê dergûşeke nûxurî
Bêdengî ye dengdêra bikêrhatî
Ji asûkên rabirdûyê re hinartî
Lo cawê min î ji zikmakî ve çîlqetran!
Her bi meqesê têkeve devjeniyê
Ariyekî acizmend î tu, bi ser de jî û hê jî kemberbest î
Kevanên dil kurisîbin jî li otêlên keser û bireseran
Solt û poltê dahatûyeke Evdirehmanî bixwazî
Tu saziya betalên xudreste yî!
Pûşper 2008 & Remezan 2010
Jarbekir
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Elîxan Loran şiirlerine dön