Ji bo hemû eglekirinan
Dibişkuvin keser
Qilêrên sebr û deyaxê dibin tert û tên xwarê
Li ser enîya min
Xwêdana henûnî û zenûnîya hezkirinekê
Ron, ron, ronî
Ligel beranekî beredayî yê ku hîç nehatîye berdan
Em li kaşê zehmetkêşîyê vardiqilin
Dibêje min ew, xwezî em kevok bûna
Me hebûya boranxaneyek, emirboranek
Ked, ked, kedî
Di buxçika emir de
Maçên ku ji xefleteke xilmaşbûyî çeng dibûn
Bi şanikên hinekirî dihatin dermalekirin
Soxî mirov ditahmije erdên nîrşikên jî
Tar, tar, tarî
Pêşîyên me dibêjin avdonka qalkirinan
Ji bo bîranînan, derzên ciwanîyan
Genimên seridî didin çêran
Deştên potîn dikin serad
Der, der, derî
Salên xirboqî fenanî marên bi hev direqisin
Werîs in, çep û rast di qirika hev de, kêrek wê dike çar serî
Qijnikên gulmij in, li ser gulê tê kuştinê
Salên xirboqî, deqerû ye li şeq û deqan
Erz, erz, erzan
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Elîxan Loran şiirlerine dön