ewil ji kiras
bi dû re jî deling
û paşê bin kiras
çi hebe li te, çi hebe
ji neynûkan heta pûrta serî
bi destên min ve tên xwarê
... şilfî tazî yî, Hewa yî
şilfî tazî yî niha Hewa yî
kihêlê, dondilê, mehînê
her wextê Xwedê, her êvara înê
tu hespek î
û ez naxwazim ji te werim xwarê
Ji pirtûka wî: "Heftê û Du Nefî" r: 41
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Arjen Arî şiirlerine dön