Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Arjen Arî

Arjen Arî

2 görüntülenme 0 beğeni
hisret û meyl û tenayî ne şiyar im, ne razayî li ber çavan tu xuyayî xewa heyî evînê bir hisret ji meylê bû pir xwe berda dil b`dujminayî. xwe berda... kûr xwe berda, ji lêvan xwe berjêr berda; kasa meyger de tenayî... meyger ev kas ya çenda ye? bi navê bedo te mey meye tahm-hisret reng-sûriyayî? meyger meyek din werîne. hizr û meylê jê derîne, da bide min tahmek xudayî wê şevê, derengî şevê berdam meyger, berdam xewê kase bûn lêvê bedewê. bedew hizr e bedew meyl e qeyse wê me j`min re leyl e evîndar û dil memdayî şewt ne bes, kizîn ne bes e? ev şev û mey û ev kas e... bêdîn im, îman berdayî!...

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Arjen Arî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz