Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Arjen Arî

Arjen Arî

2 görüntülenme 0 beğeni
her taht pastarek, her şikeft perestgeh kêlên namdariyê ne esseh, quçên bêminetiyê di tûrikê min de nanekî hişk, di destekê de mishef bê xatir, min berê xwe da çiyayên azadiyê! ... kengî bêxwedî man? ji Geliyê Lolan ta Herekol newal bi newal, gelî bi gelî, dol bi dol şikefteke bêhêvî şanî min bide an hêşergeheke bêtol? dil dilêr e dil mişt mişt bi hêviyê, bêpawan û her mil mêr mêrxas, her pêsîr merd merdan! çiyayekî bibîne heyran çiyayekî ku serî hilnedabe li wext û zeman? di agirdangekê de pijiya her reng her pijîn qozeqer, rivîn rivîn heft reng me qîz hene şox û şeng, me xortên çil çeleng li welatê por roj, bejn bi bejn terhên jiyê! ketibin li vî çiyayî jî ketin: ev çiya bejn-agir, Agirî yanî tacîdarê tacîdaran, textê rojê serî çîk sayî, dor bi mij û moran niha bindestê cemedê, qirê, qeşayê guvîna bê sirûdekê dixulxulîne guhê demê: ‘dilo yeman yeman, çiyan girto berf û dûman me ra bişîn Şahê Merdan…’

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Arjen Arî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz