Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Arjen Arî

Arjen Arî

3 görüntülenme 0 beğeni
zû bi zû nagire û nabare her sal. Ji çirra sîr spî, delal berfê girtiye Berîka Mêrdînê. tu bibînê, li çiyayê Omerta tê kabê. Dibêjin heta adarê ranabê! Xezala`m mekeve rê, tu bi ser min ve nabê!.. bi lingên hinekiri min tu divê, bi porê mifil-mifilî... di bin hevrîşimiya hepriyê de berbiskên erebî gerdena te de mircan, bêvilê de xizêm... xwestiya ji çend salan de yî bûkê, rahijî buxçikê û tu bê! nenas î, rêbiyan î, nezan î. mijeke kor Mûnzir ji erdê hilanî, û Dêrsim ketiye bextê hikumeta vî zemanî! .. dîsa dayê... xezala`m mekeve rê; darên berû ta digrin, tu û vê sermayê!.. mîrekê demê çile ye niha. tu rê naçe ser riya hêviyê. çefiyê dipêçim û dikim gilokek xem, li hêviya adarê ye cehinnem û ez û tu, û ez û Mûnzir, û ez û Tûjik. .. heft meh e berf e barê me. ku gur xwe li gur dipêçe û hirç nayê der ji gehê! dîhnek e, difîkîne û tê sirra reşemehê!.. ji êvar de dayê! xezala m`mekeve rê, ha riya Dêrsimê ha ya Kerbelayê! egîd im nihîte û hijde salî bi min dest pê dikin çîrokên lehengiya duhezar salî kirasên berfê tên ku bigrîn, sê roj e bêzewad, sê roj e xurîn im. yanî birçî me mîna guriyê sibatê! bi destên min ve nayê, bûye qetek ji qeşê hesinê vê kambaxê, polayê vê keleşê! û berf hê jî tê... ne min got; sê roj e xurîn im. min nêt e te bibînim: berê min ketiye Xozatê!

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Arjen Arî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz