yekê yek bir
duduyê yek xwar,
sisê sêwî mêwî ma
çar pê re stûxwar,
pênç mîna şêran bû
şeş ji ber heftê rabû
heştê cih neda nehê
da ku neh negihe dehê
bi stûyê yazdehê girt
di bin sêzdehê d' ma duwazdehê mehê,
çardeh berizî pazdehê
got 'gidî, zêde mebe!
nebe tu bibî pazdeh;
bi dû te de welleh
dor tê jimara şazdehê!'
zarokno, ji bîra we neçe
îro bû salvegera Helepçe!
*Çavkanî: Medya Civakî (@neclapayiz99)
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Arjen Arî şiirlerine dön