Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Arjen Arî

Arjen Arî

19 views 0 likes
Di qada şer de pişta me negihişt erdê. Te şahid bivê, va Herekol. Miradkar, bi bext û ol Va Cûdî û va ye ev ax! Kîj wextî bêleheng ma? Kî gavê bêkêr? Ev axa bi xêr û bêr Ji bakur ve serejêr Gebar, Sîmal, Bêxêr... Her yek şêrko Ango, Yek yek Êzdînşêr. Li piştekê bigerî, va ne: Ev Nemrûd e Ev Agirî ye Ev Sîpan e. Kîjan e nerûspî Heyran Bêrûmet kî ji van e? Ronakê lêda çûrisî Kirasê l`bejnê qerisî, qelemsiltan e. Enîmêr e û Dêrsimî, Ev çiya Tûjik e, heyran! Heyran, Ev çiya destbirakê Sîpan e. Ku di bin berfê de mane. Ba hûû dike, Mûnzir pûç î pûç dike, Zivistan e! Bi pilingê pêşî re şîyar dibin. Têhn vedide l`lûlan ji teqînê. Stran dikevin pêlên xuşînê, şer dîne, şervan dîne çarmêrkî rûniştî di bin berfê de Ev çiya rûspî ne, heyran! Me, lome nekir ji wan. Na na, û ne ji yekî! Navê lawê xwe kiribe Sîpan, kurdekî, Me lîland, Loma, bi Sîpan in stranên me Ka bistrê, heyran!

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Arjen Arî
🛒 0

Your Cart