Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Arjen Arî

Arjen Arî

2 görüntülenme 0 beğeni
Efendîno rahijin teşkên xwe rahijin kincên xwe, postalên xwe û şivqeyên xwe çiyê we hebe li ser vê axê û we çi anîbe bi xwe re: tenq, top, tiveng, teyare… û we çi ava kiribe: dibistan, qereqol, dadgeh û hepsên bêdergeh, zîndan û asaqgehên têrguneh û jinên xwe jî esseh efendîno, zaruyên xwe jî : hebe pîç û bêjiyên ji xwe jî û kuçikên xwe jî bibin, pisîk û çivîkên xwe jî û ala xwe jî ji bîr mekin efendîno, ala xwe jî tiştekî, tiştekî nehêlin ji kerema xwe… hûn ê biçin hûn ê pişta stûyê xwe bixurînin û biçin hûn ê biniçniçin û hûn ê biçin! biçin: berî kuç û kevir di we werbin biçin: berî ku dayikên kitansipî tû bikin ser çavên we û hêj ku agir vêneketiye j” agir: hima niha, vê kêlîkê, ji vir rahijin teşkên xwe û biqeşitin ji vir, efendîno! hûnê biçin efendîno, hûnê biçin berî ku hûn bisekitin se se hima rahijin teşkên xwe û biqeşitin!

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Arjen Arî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz