pîra min digo:
ji tere be umrê Meliko!
çend sal kiribû, min nepirsî
û pîrê jî negot, temenê kaliko!
çil ku hindik be
çaran bi ser çilî ve ke,
tu ji min bipirsî heke;
temenek salo salo purisî:
mindalî, koçberî, xizanî
herî pir jî ciwanî, ciwanî
ji te pê ve ma kê xwar?
*Çavkanî: Medya Civakî (@neclapayiz99)
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Arjen Arî şiirlerine dön