ramûsanan rêz bikim li gerdena te morî-morî
dûra te himbêz bikim, te...
binêr, ferwerdîn hat û buhurî li min û te û
berê me li payîza umr e
temen buharê de xweş e, evîn di buharê de...
hij te kiribim
şewitîbim li ser te, peritîbim parî-parî
bihêl, sayên xewrevên bela bikin zûrîn
kundokên sewthejar bela bixwînin şevê
gund dihise, bajar dibihîze
daxuyaniya evînê me, li devê derî
pêdikevin çirayên korik
pê re ewan-ewan dertên kolanan rohniyên mirî
dest pê dike kurtepistî, çavnebarî
ketibî ser zimanan tu bi zînî
û memê te ez bim heke
şerm meke
veke deriyê dubask
paxila xasxask li min veke
û piştekê bide pişt derî
taa ferwerdînek din
vem-meke!
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Arjen Arî şiirlerine dön