Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Arjen Arî

Arjen Arî

2 görüntülenme 0 beğeni
Min kulîlkek dît, li ba dibû Li ber tehtekê vebibû Geh zer dibû geh sor dibû Min got 'te jê bikim kulîlkê? Têr têr te bêhn bikim kulîlkê? Got 'jê neke, min jê meke Ji nû ve min bi xwîn meke! Kulîlkê jarê gidînê Ka, te bibim Nisêbînê? Got 'jê neke, min jê meke Bejna min şox û şengek e Her terkeke min vejînek e Jê kirin nû dike birînê... Kulîlkê jarê kulîlkê Melûlkê, narê kulîlkê Ka, te bibim vê Zaxokê Bihimênim te j' ba û rokê? Got 'meçîne, min meçîne Kulîlk kemla biharê ne Min bihêle li Bagokê! Bagok; tu warê kulîlkan Bagok; tu zarê kulîlkan Menihêre l' min û xilolîkan Giryana' m şahî ye, Bagok! Kulîlk; pirr-reng û bawerî Min kulîlk dîtin çi gulperî Ji kulîlkan bêhnek fûrî Ez dibêjim azadî ye Tu bibêje mişt mişt rizgarî. *Ji ber dengê Miradê Miradan hatiye deşîfrekirin.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Arjen Arî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz