Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Arjen Arî

Arjen Arî

2 görüntülenme 0 beğeni
nabêje serma ye, seqem e... ma xem e rê hatibin girtin kerwan herin, nerin bûk bihemil bin, zaro nesax bin ma xem e... kirasê bûkaniyê li xwe girtiye Nemrûd sibat e... sibat e bin konê mûyî de zivistan egal xwar kiriye Qerejdaxê. binpî jî be sipehî ye li çiyayên welatê min çi tê egîdî û spî spî bûkanî... te sar be hûûû bike destên xwe germ bik ezîzê ber dilê min, şervano kebaniyê ça daniye ser tifika me de her û wer ar e têhna zivistanî xeynetî ji devê min dernakeve ne ku çîrok bi tenê dibêje dîrok wesa dinivîse: Kawayek hebû roj bû, bû qirşikek canê me ew ji destên me hat, ji destên me ew dibû û me avêt ser arê heyî ku ar bû nasnava me sibat e çend hezar sal e, çend sed meh nola buharî hê kêferat e li her berqef li her şikeft û li neh sed û heft çiya ku... ev ax welat e?!

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Arjen Arî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz