Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Arjen Arî

Arjen Arî

2 görüntülenme 0 beğeni
-şîrê şêr di eyarê şêr de- şêrgele hebûn şêrgele -çi mê çi nêr- li berpalên agrî kite-kit dînemêr li zaxrojan kur î kurroj û sîng kele! ristek xerîbî ne d’ stranekê de hin di qefesan de lexebkirî, baz çar hîm çar hêvî, semax e pahra wan kêl spartî çiyayê xewnan ji rehma vê axê, ji pişta vî gelî şêrgeleyek bû mîr bedirxan! şêrgele hene; dûre-war... û bendî şêrgele hene; pêtên ji êgir jendî şêrgele hene; por-nêrgiz, xec hinark bi navê leylê, û şerefkendî! çiya sêwî ne niha bêyî wan helgurd sêwî ye sefîn sêwî, sîpan sêwî... çeper bêxwedî ne li cûdî li lolan sirûd bê olan, çek bê xwedan kî bûn ew hokê hokan? ew ên çeng eylo, ew ên bejn-hey lo kî bû lo, kî bûn ew ên dil pola û gurçik risas? ! şêrgele hene; bê kêl û bê gorn şêrgele hene; şevçirax û heyve-ron şêrgele hene, ji azadiya bi gon di bin axa sar de b’ axîn razayî! di binê aşûteke xezeb-spî de man an çûn li ber pêlên aveke tezî? xwezî ez miribûma, û hew bû! newal bê guh diman... û şer bû! çiya bê ser diman... û şer bû! şev serjê bû bi ser rojê de...û şer bû! şer bû... şer bû... şer bû... mirinê serê xwe çimand li ber mirina wan şêrgele hebûn: şêr î şervan û xewna wan xewna her kesî! şêrgele hene; kefen ezmanê sayî şêrgele hene; bi qasî stêrkên rijyayî şêrgele hene şevçirax û heyve-ron li van çiyan bê kêl û gorn wendayî! hêvî bûn kite kit, kite kit xwezî bawerî bûn bawerî dildarê çiyan: dil dojeh, pêçek agir, landik agirdan jiyan asikeke por-ewr bû sîrwan çefî-sor simbêl qeytan bûka agirî bû destgirtiya azad medya esmer esmer, şar kesrewan… kê bibêjim, kê ji bîr bikim: her nav çiyayekî asê her nav dastaneke dêrîn her nav dîrokeke wextbirr... min navek li kurê xwe kir: rizo kalo berzencî... min navek li kurê xwe kir: qadî simko barzanî... min navek li kurê xwe kir: mazlum gabar munzir... min navek li kurê xwe kir: yek mir, sedî tol hilanî! şêrgele hebûn; koçek koçgirî şêrgele hebûn li hembêza agrî şêrgele hebûn bi nav ihsan nûrî şîmal bi şîmal barzan bi xwe bûn!

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Arjen Arî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz