li vê dê
li va da
ji Gelîboluyê û bi wir vetir da
mêranî me şanî dijmin da!
ha bavê min ha!
li Çeneqelê li beriya Afyonê
“şerê rizgariyê” Memet kir, Hiso emir da!
kalê min lingek xwe da
-ji Çala Omeriya bû-
pismamê wî Ehmed, bêçeng mabû
digo: biratiyê destê me girêda
û misilmanetiyê
“şerê rizgariyê” me kir, Memet giha azadiyê
di “Destana Şerê Rizgariyê” de Memet heye
Nazim jî pesnê Memet vedide:
-Mehmetçîk Memet-
piçek merhamet!..
evqas mêrxasî evçend rûmet
hemû ya Memet e, Nazim Hîkmet?!
*Ji pirtûka wî: Ramûsan Min Veşartin Li Geliyekî
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Arjen Arî şiirlerine dön