şair im qereçiyê pesnê çavên te
Li dabaşa navê te
Hevdengê evdal
şû bim hebekî
Hinekî zirz
Min ji Xanî bipirs
Min ji Hejar
Min ji Mela
Min ji Hêmin
Min ji Dildar
Sirûd: Ey Reqîb im
Pênûs: Ey Reqîb
Kê bibêjim?
Kê ji bîr bikim?
Her nav çiyayekî asê
Her nav destaneke dêrîn
Her nav dîrokeke wextbir
Min navek li kurê xwe kir:
Rizo
Kalo
Berzencî
Min navek li kurê xwe kir:
Qadî
Simko
Barzanî
Min navek li kurê xwe kir:
Mazlum
Gabar
Munzir
Min navek li kurê xwe kir:
yek mir sedî tol hilanî
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Arjen Arî şiirlerine dön