Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Arjen Arî

Arjen Arî

2 görüntülenme 0 beğeni
sal him bi him zeman pîr dikin. heyv li kevan e geh, geh roj li ava bi kêlî û saet, bi roj û şev, bi av û hewa dem kal, ez pîrekal, zeman lal... delalê, ji kîşweran payîz e niha! payîz e, dem dê xwe veguhere guherek din kêlî ê nepirsin ji te bo bibin saet û roj dê raneweste li te bo nebe şev; roj derew, şev derew, zeman nakeve xew... demsal e... ji kîşweran payîz e niha siltanê herwext e, kî ye ne hêsîrê zeman qurteke av in kêlî, jiyîn hilmek e bêguman aveke li herik e her çem, ber bi derya mirinê ve ne serî ne binî bi hemînî diherikî li vê çemek dimiçiqe herhal... ji kîşweran payîz e niha! li xwe vegerî, pelên katjimêrê bidî hev deh cild roj, deh cild şev dê bêne ser hev! li şûna temenekê tu ê çi bikî ji tomarek pel? rûnî bisojîni wan yeko yeko tû ê temenê min û xwe bisotînî, t ê rojekê jî venegerînî ji zeman!

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Arjen Arî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz