Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Arjen Arî

Arjen Arî

2 görüntülenme 0 beğeni
ji çiyayê tûjik -ku bi çil qevzî çilçav- ji te re anîme ev çeng av. ka vexwe heyrano, tu tî yî, tu tî! û tu birîndar î jî. heyy raaa nooo... kîjan şopa nicis li te da! ji çiyayê tûjik te xwe berda xopanê vî bajarî dahfik li ber te veda pezkoviyê cûdî, heyrano nikarim bidim melhema te jî... şerr vaaa nooo... zelal, ava qirr qeşa çeng bi çeng bidim te jî, tu tî yî, tu tî! heyrano, tu têhn î li qurtek azadî! xwîna te ye diherike nolî êrîş bike axê tehntir ji te xuya dike axa tu lê evîndar dirêjî çiyan dibin destên te î rûmetdar, bajar bêpêjn dimîne, hew diyek dike hewar: şerr zaaa nooo! .. xwîna me mazatê de zêrê zer re serbiser e. her xwîn vedigere axê axa bêxwîn xwelîser e. azadî her kê xwestibe xwîn rakiriye di ber re, di şer de bûm doh jî loma îro şer e, sibe şer e...

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Arjen Arî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz