kerbê li xwe bipêçe... û were
bi balefirên bask-fere
bi debabeyên rûxîner re
were bi firokên menzîl-dirêj
were bi sikorskiyan,
bi mîgan,
bi bilek-hawkan
bi hemû alavan, bi hemû çekan
bibe dojeh... û were!
mêrxas be dujmin
bi mêrxasî were!
bext be ji te re
rextê te vala bûbe, dagire
tivinga te qelp kiribe, xwe biajo dev
ez û rev dujmin, ez û rev?
hewlêr im ez hewlêr im
bila çekên te tev tenete be!
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Arjen Arî şiirlerine dön