Gulê rabe bihar e, biçin geşt û seyranê
Vîngeha dost û yar e, li çiyayê Kurdistanê
Fistankî taze heftreng, bi xemla zer Mîtanî
Li xwek ji cawê Erjeng,didrûn bi neqşê Manî
Bi ser zilfan de berde, hibriya hevremêşî
Kofyê li ser girêde, bi gulabend û rêşî
Li hev bipêçne zendan, herin deşta Rewanê
Em herne şehr û gundan, bajarê Mûş û wanê
Ji xwe carek binêrin, li mêrg û dehl û baxan
Mîh û berx tev diçêrin, gul bişkivîn di şaxan
Li rûbar û zinara, sura bayê siba tê
Direqsin gulyê dara, bi govend û sema tê
Dengê quling û qazan, xweş tên li jorê banî
Bilbil didin awazan, xumxum in cok û kanî
Wekî Tîrêj dibêje, xwezî timî bihar ba
Nemana ev kul û xem, umir tim çarde sal ba
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön