Sala hezar û nehsed, heştê û sê bi hejmar
Bîst û pêncê gulanê, tirk rabûn bi kar û bar
Sîh û pênc hezar leşker, alayî û leq û hêz
Li tuxûbê Hekarî, li ber xetê kirin rêz
Bi fermana Evren, zor pê ma yê bay Kemal
Êrîşek giran bidin,ser Kurdistana şemal
Li meydanê bûne sef, kurên Teumûr û Cengîz
Rêz bi rêz û lek bi lek, bi cebilxane û hoşkîz
Onbaşî û bînbaşî, çi zabit û qumendar
Tevd da bi yek dengî got:ey oxlim ateş war
Lê pêşmergêd pehlewan, ji wa çiya hatin xwar
Berê xwe dane cengê, wek piling û gurêd har
Ji çar kenar û hawêr, bi seleh û rext û çek
Weke şêrên dev bi xwîn, li dor wana bûn xelek
Bû gurme gurme topan, xumîn kete reşaşa
Gelî û kort û newal, mişt û dar bûn ji laşa
Herik û der û pehnav, tev xemilîn ji xwînê
Melkemotê cansitîn, ferman rakir li jînê
Erd û ezman û çiya, tev bûn agir û volqan
Mirnê konê reş vegirt, li ser cendekê tirkan
Meydan û şewl û zevî, ew nehêl û der û çol
Hemî kirin goristan, li laşêd tirkêd Anadol
Balafirên di hanê, yêd peymana Atlasî
Laşê tirkan didan hev, dor nedigha her kesî
Xestexane û qişle, tije dibûn ji laşa
Kurdên jar û feqîra, ne yên begler û paşa
Ji birîndara genî bûn, bajar û gund û kelat
Ji Sêrtê te Nisêbîn, ji Midyadê ta Xelat
Evren turkêd Anadol, bi hezaran berhev kir
Xirpo çû heyfa Seddam, xortê xwe tev li ser kir
Sozmana Saykis Pîko, ya Firansa Ingilîz
Dema ku hate danîn, ne b`rêke rast û temîz
Sala hezar û nehsed, deh û şeşan bi hejmar
Wan rohilata navîn, ji hev kirin pişk û par
Ji bajarê Amedê, heta bighê Neynewa
Destegul dane turka, bi tevdîra herdiwa
Evren wisa dixwaze, ne wî erdê sêkuçik
Ya hemberê Hekarî, bakurê çayê Zûzik
Ey Evrenê ditator, daxwaza te b`cih nabî
Welatê Kurdistanê, tucar tu pê şa nabî
Keç û xort û mêr û jin, qet narazin şev û roj
Ji cengê re li karin, welat wê l`te bikin doj
Kurên Guhderz û Rustem, şêr û pilingêd çiya
Bikin kar û xebatê, ew bi dest û bi piya
Deşt û çiya û zozan, Dêrsim û Wan û Bîngol
Cih û warê kurda ye, ne cê turkêd Anadol
Ey Evrenê bê mejî, çav sorî kotek û zor
Bila tu qenc bizane, jêre nema dem û dor
çerxa dem tim li pêş e, tucar venagere paş
Gelek wek te bê heval, di vê rê de çûne şaş
Bi sûnd û soz û peyman, bi wê xwîna şehîda
Bi wî çakûçê Kawa, bi gernas û egîda
Bi wê tirba şêx Seîd, li goristana Amed
Bi Berzaniyê nemir, bi gora Qadî Mihemed
Bi kuştîyêd me kurda, em ji vê rê nagerin
Bi merdî ser bi derd in, yan azadî yan mirin
Bijî Partiya Demokrat, bimrin dahişk û neyar
Bimrin peye û patexur, bimrin dûvê koledar
Tîrêj heya vê semtê, helbesta xwe pêk anî
Mêrxasîya pêşmergan, tev tê de da xuyanî.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön