Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Di wextê Kevin de,heyamê berê Dli bajarê Amed hebû yek merî Bi nave Ciwan ew bi nav û deng Xwedî gurz û mertal û şûr û tifeng Nêçîrvanê wehş û teba bû Ciwan Li çol û çiya bû bi roj û şevan Ne dibhîst tu deng,bil ji yêd bilbilan Dikir geşt û seyran di nêv sorgulan Vexwarina wî her dem ji avên zelal û xwarin ji goştê kewan û xezal Ewî ha ji bayê felek qet nebû Bi şahî û xweşbû di gel xem nebû Mixabin nekir dom bi wî re felek Ji nişkave lê wergerandî kelek Ketî nîva perwane û lengeran Sere wî kete qal û baled giran Ji mervêd Kevin min bihîst bê gûman Bi vî reng û hawî we gotî Ciwan Destpêk Bihar e, hemî koh û deşt û zinar Newal û nehêl çi sirt û pesar çi Kendal û berpal û kortal û dir Zerîb û diyar û çîmen hem jî gir Weha renge panav û lat tev de hişîn Ji gul,çîçek û nêrgiz û yasemîn Binefş û qewan û rehana du pel Qedîf û sîmen,berbiroj û nefel Êvarê li bane dibit ewreav Li rû gul-giya jê dibare xunav Tîrêjên di rojê xwe davêjne ser Kulîlk û giya tev diçrisin li ber çivîk û quling,bilbil û endelîb Di gel hev dinalin bi dengêd xerîb şelûr û kevok,tîtî û bazbelek Dikin geşt û seyran bi perwaz û lek Ji sib ta bi êvar,ji şeb ta seher Di nav gul-giyan ew dikin ceng û şer Heyamê me bûrî li çol û çiyan Li nêçîra wehş û teba koviyan çi binvîse Yezdan li enya mirî Nîne jêre çare wê bête serî Sibê min tifina xwe avête mil Nêçîra pezê kovî,min kirye dil Demek ez digeryam li çol û çiyan Li war û guhêr û cihê koviyan Diwestim,rûniştim li ser tehtekê Ji nişka min dî ku li ber latekê Beranek ji kovî li wê der mexel Berê wî li tahta ku ez lê di gel Hêdî rûdiniştim li ser çoge ling Ji milê xwe anîbû xwar min tifing Deqa enyê min ji xwer kir hedef Cobarên xwînê min dî derbûn ji dev Demek pir neçû wî birîn bûye sar Ji lata bilind ew beran hate xwar Hêdî ez dihatim min rahişte ling Min besta bi bend ew bi darê tifing Bi kêf û xweşî min beran birye mal Mixabin nizanî me dawî çi hal Dema leşkerê reş xuyabû ji şerq Sîpahêd royê ku ji ber bûn du şeq Demek şer kirin,xwîn meşî rengê zab Wekî cenga Ristem û Efrasiyab Ji her herdu cihan laş ketin bê jimar Sipahêd royê bûn ji hev tar û mar şahê roj esîr kirne,girtin bi dest Sîpahêd royê tev ji ber wan şikest şahê reş dibû padîşahê cîhan û loksê xwe danîn di nêv asîman Sere xwe min danî ji westa gerê Di xew de min qîzek didî wek çirê Tilî,dest ji mûm in û neynûk sedef Bejin orte ye,ten sipî rengê berf çilakî ye poz wek bilûra şivan Awir çav ji tîrin û ebrû kevan Enî fenere,dêm ji sêvê Xelat şekirlêv ji kaniya der ava heyat Diran wek birinc e û dev xuncegul Kohê Hewlêr û Cûdî ne herdû mil û sîng deşte, tê de bihişta îrem Deqek lê wekî kevirê beyta herem û gerden ji came, mewîj têd xuya Beden baxê Berzan e,ber nû giya Ji pesnê wê sêsed ziman lal dibî Ji nîva wê nehsed ciwan kal dibî Bi ber min ve hat go:ey bê mecal Ji bo çi te kuşt ew beranê şepal Wê awirek li min da bi kêf û ken Got:ev heyf û tola beranê reben Ku seltem seraser ji min dil revand Wekî şêxê Sen`an min Tîles çirand Kirim bend û reswa didam ber şegan Kirim ez şivanê beraz û segan Min destê xwe avête dawa kiras Bi hêvî min gotê:bi min xwe binas Bi lavlav û dîlek bi hêvî û tewq Ku destê xwe kirbû li gerden me tewq Di xew de gelek tewqe kirbû min jê Heta gote min,ez bi navê Kejê Dia min bi navê Perîşan bizan Keleş hem min bav e gelek mihrevan Li ba ket ji cem min bi derket meşî Kire laş û canêm hezar naxweşî Sibê ku şiyar bûm ji xew qet ne dî Ne kûs û ne kes,ne keça Amedî Wekî dîn û hara helestim piya Ku dengê min guh kirne bav û diyan Bi ber min bezîne çi bav û çi da Diya min digot:can ji bo te feda Hinav û dilê dê bi gorî çi ye Ji xewna çi xewn e,te îşev diye Wekî ku min dî bû ji wêr e min got Got:bes ey Ciwan te dilê ca xwe sot Diya min li nik min dima dil bi xem Min nalîn e,roj û şeva rengê Mem Mehek ez dimam bê tebat û hedan Ne xwarin û vexwarin ji êşa di can Ku xwarin ji bo min evîn û keder Vexwarin ji bo min fîxan û keser Sawêra Kejê ye, min razan û xew Me nalîne dengbêj û sazê me tew Li min deq di rojin û sa`et min meh Nema sax di laş de min yek cih û reh Ku rojek ji rojan li ber der dijim Serê min di ber min de min dihejim Serê xwe ku hildim min pîrek didî Gelek bûme jê şermîsar û fedî çekê lê bi carek hemî kesk û şîn Ji pîrê diçe sed hezar bex û bîn Li jora serî,yek tebeq tev de mişt Ji her dar û derman,ji her reng û tişt Ji gorê mezel,Calînûs hate der Eflatûn nizane li ber yek xeber Arîsto û Soqrat û Beqrat temam Ji ber ve hemî suxte ne hem xulam Ku Harût û Marût ji sêhra giran Bi xwendin û ders dane pîra zeman Di ber paxilê da heye yek text remal Wekî suxteyek jê nebî Daniyal Ku ew pîr ji mir bû wekî Heyzebûn Rijand textremlek li ser cîm û nûn Piyamek dixwendî li birca Merîx Ji wê textremlê xuyabûn du mîx Pîrê zivirî gote min:ey Ciwan Ku xewna te pêk ve ji min bû xuyan Ey dil kuştiyê awirê çavên reş Te dîlber Kejê ye,keça mîr Keleş Dê bêj me te peyva ji te ku me hişt Bela te ji beranê kovî ku te kuşt Bi navê xwedanê hemî ins û cin Gihişta xwe vêga bixwaze ji min Divê ku li ber min tu bindeste bî çi bêjim te îro tu dest beste bî De zû rabe ser xwe bide pey min meş Bi kêf û xweşî hem di gel madê geş Dema pîrê gote Ciwan ev sûxen Devî wî nema hate hevdu ji ken Mijûlya pîrê ma ye pesnê xweda Ciwan daye dû wek xulam û geda Ku xocê Xidir çûye ava heyat Di gel wî Sikender cihê rojhilat Dema çûne nêzîka mala Keleş Pîrê zîvirî ser Ciwanê nexweş Weha renge pîrê digot ey Ciwan Got:palved xwe bê hiş bixe bê ziman Xwe avête qadê Ciwan wek mirî Pîrê ma li ser wî bi şîn û girî Bi nalîn û fîxan û qîr û hawar Gelek xelq bi ser wan ve hatine xwar Li ser cendekê wî dibû berbere Gelek por li ser wî diçûne pere Kejê hate ser lê nerî nas dikir Berî daye pîrê,ew pirs jê dikir Pîrê got:ji lawan min ev kur heye Mehê tadîger wî dil êşek heye Ji rojan îro derketin em ji mal Ji bo dîtina te û diya te me bal Kurê min li pêy min,min dît kir hewar Dema zîvirîm ne ziman û ne zar Kejê gote pîrê de fermo were Ku rahêjne wî em di nava xwe re Di nav xwer ku anîne mala Keleş Lihêf dane ser wî di gel tejkî reş Demek çû hilanîn ji ser wî livîn Reşandin li rûyê wî çi avek bi bîn Piyalek bîhok û sêva dane dest Vexwar û ji nû ve ku rabû helest Pîrê rabû derket ji cem herdiwan Kejê ma tenê lê di gel bes Ciwan şêrîn gote Ferhad:eya safînêt Bizane me qaşa nigîna te mêt Di pey te Ciwan qet min navê tu jîn Wekî Mem mirî ku li pey çuye Zîn Ciwan rabû ser xwe di girt destnimêj Bi kurtî dibêjim qe nakim dirêj Temam kir û rabûye ser qametê Ciwan rast berê xwe dida qibletê Temam kir nimêj ku ferz bû li ser Di pey hat tewafa ku Eswed Hecer Ku destê xwe kir paxila sor û zer Du sêvên xelatê jê anîne der Wî ew sêv dimêtin rewa têd nehişt Bê hiş ketye qadê Kejê ma li pişt Pîrê hat bi ser ve nerî dil bi kul Bê hiş lê reşandî hinek avegul Bi destê wî girt û berî daye mal Dilê wî Kejê girt û maye li bal Dema hate mal qet ne bû lê tebat Rondik têne xwarê ji rengê Firat Ku Seyhûn û Ceyhûn û Xabûr û Zab Ji kaniyên çavên wî derbûne ab Li wî roj meh in,şev li wî bûne sal Bi ax û girî geh bi fîxan û nal Ku rojek ji rojan li mal dil bi xem Dijî pîrê tenha ji der hate cem Silav kir li wî daye dest reşbelek Bi wê xweş piyamê dibû şa gelek Ku Fîrewn, Mûsa şand ji dêra Xelat Ku ya kincê Yûsif ji Yaqûb re hat Berî daye pîrê got: gelkî bi xêr De fermo keremke ji ter pêncî zêr Li ber xwe vekir reşbelek wî dixwend Ku tê de nivîsandiye ev du bend Silvêm li te pir gelek ey Ciwan Bi gorî te bim her dem û her zeman Ke Yûsif çi zû te kirim ez ji bîr Zileyxa di vîna te de maye kwîr Bizane ji hev dûriya dost û yar Dilê wan ji hevdu gelek dibne sar Dema tarî ket qadeyê ey Ciwan Were nik me îşev min da te civan Êvarê Ciwan lê ku roj çûye xwar Li ba ket, berê xwe dida dost û yar Ji hidir bi der ket Memê jar û dîn Berê xwe wî daye sera têde Zîn Dema hate nik şehneşîna bilind Dî ku vêketî tê hezar mûm û find Dî ku wa li ser textekî zêrnegar Dikin rohnî mûm lê ji her çar kenar Wekî heyva bala ku çarde şevî Peravên xwe berdane koh û zevî Ciwan rengê dêwê sema hîvperest Xwe avête ser hîv esîr kir bi dest Ku parçake ewrê di reş hîv veşirt Niha bûye rohnî reşî wa ne girt Ciwa û Kejê herdu yar û heval Di gel hev mijûl bûn ne xem û xiyal Bi kêf û henek geh bi lewm û girî Heya perda şermê ji nav wan çirî Ku Mecnûn û Leyla gihiştine hev Ji derd û xema re dima bez û rev Hezar maç didan hev ji dêmên di şeng Heta ku sera wan tije bû ji deng Mixabin felek xayin e,ey bira Ji kes re ne hişt vêketî tim çira Keleş pêjinî bû li wan pendegîr Helestî piya dest wî avête şûr Dema şûr ji kalan dikêşa bi lez Ciwanê reben ma ji bo lez û bez Bi rev hem bi bez wî berî daye mal Mixabin ewî dil dima nik heval Keleş hate hundir nedî bil Kejê Got:ka ew mirovê li ba te dijî Kejê gote,min qet nedî kes li vir Keleş kir ne kir,jê tu tişt she nekir Bi kezyê Kejê girt û da ber nigan Wekî gog li meydana hol û şegan Dema roj bi derket û dûr ketye reş Ji xewa sibê radibû mîr Keleş Du çavên wî sorin ji ber xîretê Wî ban kir Perîşan got:ey hurmetê Cihê me nema qet li Amed ji bin Sibê rojhelat dê ji vir bar bikin Xidama Kejê pêjinî bû li wa Bihîst wê ji wan dê biçin Neynewa çi gotin di nav wan de çêbû temam Kejê tev bihîstin ji keça xidam Firotin hemî bexçe û bax û rez Hemî xan û eywan hemî mal û rez Kejê wê şevê qet nebû lê qirar Xan û man li wê bûne tûpişk û mar Diçû,hat li birca belek ew zerî Ku çend xêz nivîsand li jora derî Gelek pir bi xêr hatiye ber derî Te daxwaz e dîna heval û zerî Riya tu li ser bê ji bo te min çav Li ser bêy ji mal ta bi vir gav bi gav Memê jar bizane ku çûye te Zîn Silêman ji tilya te derket nigîn Eya dilbirînê bi dax û kewa Berê me li şehrê çeleng Neynewa Were zû li pey me tu şopê bigir Rêber bî ji bo te xocayê Xidir Sibê roj hilat bar kirin bê guman Ne pîrê bihîst hem ne hayê Ciwan Li rehwan siwar bû Keja dilşikest Keser da û xatir ji Amed dixwest Ey Amed bi xatir min îro ji te Di pey xatiran ku min tenbî li te Me hiştî di şehrê te de dost û yar Bi roj û şevan tim bi qîr û hewar Ku bilbil bihar çû dijî mest û dîn Ji ber çav ketî ew kulîlka bi bîn Ku Mecnûn li waran me hiştî tenê û Leyla wî bar kirye êlek dinê Ji Amed bi der ket Kejê bi koçemal Mixabin dilê wê dima cem heval Sibê rojhelat rabû ser xwe Ciwan Berî daye eywan û birc û seran Sikender berî daye ava heyat Biservenebû tarî bû ew welat Dema hat nik wan serayêd bilind Dî ku tê dixwînin hezar bûm û kund Nêrî kavil e ew sera tê de yar Wek eywanê Kesra dîwar maye xwar Ciwan dest diqetya ji tak û ji tûk Li wê rûdinişt ew tenê wek pepûk Ji nişka nêrî wî li jora derî Nivîsandî lê wek me gotî berî Dema xwend,ew bê hiş kete ber derî Ji hêsran ew ax li ber bû herî Li ser xwe û Kej her bi nalîn di got Kezeb reş dikir,wî li xwe dil disot Ku ey pertewa cerg û hem can û dil Li wara te hiştî tenê dil bi kul Di pey te me êdî ne sebr û hedan Mirin heq dixwazim ji te ey xwedan Di pey rabû ser xwe helistî piya Bi çavên di şil ew ji dil naliya Berî daye mal poşîman û reben Li xwe werdigirt kincê keskeden Tûrek daye mil têde çar pênc nan Bi dewrêşî derketye dewra cîhan Dilikumî li kortal û tahtêd kevir Ji rêwiya ewî pirsa yarê dikir Ku carna cihê wî newalên di kûr Ji rengê gura wî dikir zûrezûr Li deşt û çiya geh ew şevder dima Doşek qade bû hem lihêf bû sema Ew û hovê çolan dibûn destbirak Li çiya wek firarên ji zulma Dehak Xerîb û reben ket ber êş û bela Ji rengê Huseyn teşne yê Kerbela Ji tahba gerê qet nema tê rewa Di pey sê meha ta giha Neynewa Li şehrê digerya Ciwan bextereş Salox wî hilanî ji mala Keleş Keleş rengê Dara li dar asêgeh Abad kirye sûrek li dor wek keleh Kilît rengê mar e, li jora derî Ji tirsa sipahên di îskenderî Li hawîr digerya kurê Amedî Lê heyf û mixabin tu rê tê nedî Serê xwe ku hilda li jorê nêrî Bi birca belek de bidî ew zerî Li ber rû ye dest,ew li nik pencerê Ciwan ban kirê got:ey dilgawirê Di pacê re binêre Ciwan va ez im Bi jana zirav yê bê derman ez im Ji eşqa te yarê dilovan ez im Ji dûra te çavreş bi kovan ez im Yê tenkuştiyê tîrê çavan ez im Yê dilgirtiyê bend û davan ez im Xecê tu bizane Siyamed ez im Neçîrvanê kovî li Sîpan ez im Yê laşkuştiyê derbeîvê ez im Evîndarê keçka silîvî ez im Nenas û xerîbê welatan ez im Pepokê serê koh û latan ez im şahê texteyê serpêhatan ez im Birîndarê koh û xelatan ez im Welatêm tu yî her ku Xanî ez im Negarim tu yî her ku Manî ez im Avesta tu yî her ku Zerdeşt ez im û Cûdî tu yî her ku ew geşt ez im Xirabmal û wêranê dîna te me Belengaz û pêxwasê vîna te me Weha got û deng jê bilî ket li wir çi tiştê wî goti tev Kejê guh dikir Ji nûve Kejê rabû ser xwe helist Piyalek bîhok û sêva girt bi dest Li jorê dibû reqreqê qunderan Kejê hate xwarê bi xemla giran Bi lez hate cem ew bi bejna zirav Got:fermo kerem ke Ciwan bigre av Ciwan wek şahê Hurmizê tacîdar Bi destê xwe wîna rijand avesar Kejê pir girî şermîsar û fedî Lê tenha digotê:kurê amedî Min navê ji te qet ne av û ne nan Ji bil dîtina te li ruyê cîhan Weha got Kejê rûdinişt ew li cem Xweşî hatewan derketin derd û xem Bi guft û bi goyên ku ew dost û yar Mijûl bûmbi hev ta ku roj çûye xwar Kejê rabû ser xwe û got:ey Ciwan Cihê xewgeha xwe ji mir bik nîşan Nîşan kir ji wêre cihê xewgehê Ku ew şev bi hejmar ji bîstê mehê Kejê zû berî daye birc û seran Ciwan daye rê çû cihê lê civan Kejê rengê marê şikeftê civand Du şitlê rîhanê ji Kesra re şand Ewê hin ji êmîş û hin jî te`am Kirî sêniyê daye destê xidam Mifta dergeha sûrê kir paxilê Got:bib jê re zû ey xidama Gulê Bedêlam tu lêke gelek pir selav Bedêlam tu maçî bike herdû çav Ku nîvê şevê bû bila bête vir Nîşana min û wî reqîna kevir Serayên Keleş rengê Xan dimdime Xayin ket bi wî re Gula xadime Gulê wek wezîrê Xanê çenge zêr Xaîn ket bi wî re ji bo pencî zêr Bi şahê Ecem re ku da û stand Sipahê Ecem Dimdimê Xan şikand Heta kurmê darê ne jê bî tu car Ku nayê rizandin û hem kevnedar Gulê yek nekir du weke babîsok Li ba ket û gerya li wî sûk bi sûk Wekî heyzebûnê Gulê tax bi tax Digerya li mala Ciwanê neseax Diket kuçeke tenge tarî û reş Dî ku tê dinale Ciwanê nexweş Sawêra Gulê ket bi çavê Ciwan Xweşî hate wî lê nema êş û can Wekî dîn û hara ji nîşkav qevist Bi dîna Gulê ew li qûn rûdinişt Ciwan gote ehlen gelek merheba Kê hid hid çi anî ji min` te ji seba Sênî daye dest got:bigir dil bi kul Ji dermanê Luqman ji destê min Gul Bigir miftê çerxa bîsta ji ba Ziyaret ke Belqîz li şehrê Seba Xezînê di Qarûn û îskenderî Vebin dê li ber te bi mifta derî De rabe ey Adem te laş hat bi rûh Toba te qebûl kir Xwedê ey nesûh Ey perwaneyê jar û agirperest Va mûma te vêket li ser kevr û hest Rivî jê diçî pir bi pêt ûçirûsk Wekî tav û ewran bi birq û birûsk De rabe bişo dil bi wî agirî Mebe poşîman ger tu yarperwerî Eger bilbilî va te hatî bihar Gula te li benda te ye xweş li kar De rabe de rabe Memê dilbirîn Ji çalê bi derkev li benda te Zîn Dema şev ku zîz bû û jê çûn du par Tu bê deng û pêjin bi lez wer bi xar Derî vek bi miftê tu wer wêderê Bi nermî kevir lêx tu li pencerê Nîşana te û yar eve ey bira Me xatir ji te got gelek li ser sera Gulê rabû ser xwe bi rêket ji cem Civî bûn di dil de hezar derd û xem Êvarê ku zîz bû li wî şev bi reş Bi lez wî berî daye mala Keleş Demek pêjinî kes nedî hişiyar Bi kêf û xweşî wî berî dabû yar îskender berî daye Dara bi kîn Di gel nînecamê di gel dûrebîn îskender mekame Ciwan mehneye Me daxwaz bi cama belûr mifte ye Ew marên di xêzên berê de min got Li ser der bi heybet weke melkemot Mekame bi marê li jora derî Tu bê şik bizane ey merî îskender dema neynika cam belûr Vebestî li pêşber ziyaye sitûr Di mal neynika cam belûrê nerî Kilîşê xwe têde didî ejderî Ji xwe girt wî heybet ji jorê ve ket Dima termekî bê ruh û can û lebt Derî maye bê şehne û dergevan Bê tirs der vekir bû bi miftê Ciwan Memê ketiye baxê emîr Zeynedîn Di çû nêzî paca sera têde Zîn şiyarkir ewî Kej bi dengê kevir Gulê rabû ser xwe derî lê vekir Lingek xiste hundir û yek ma li der Ji bîhn û bexê hiş nema bû di ser Vexum ya li wî dil ketî der zemîn Ne lebt û ne tevger ne bîhn û ne jîn Kejê rabû ser xwe bi lez hate cem Bi lingê wî girt û kişand rengê term Li ser xewgehê ramedand wek mirî D u duşek kirin bin lihêf da serî çi palasê bircê hemî dane ser Xudanê di bin wîre avête der Demek pir ne çû hişê wî hate serî Dî ku Kej li ser wî bi şîn û girî Kejê ku dema dî Ciwan çav vekir Bi lez rabû ser xwe şerabek şekir Bi wan destê nazik piyala zelal Dida dest Ciwan got:bigir ey heval Ku Cibrîl ji ava heyatê dibir Cihê tariyê daye destê Xidir Dema ku vexwarî ew ava zelal Ciwan rabû ser xwe ne axîn û nal Gulê rabû ser xwe ji cem wan bi meş Derî git li wan wê ji tirsa Keleş Ciwan û Kejê dîn neman kes li wir Dimêtin ji lêvên di hev wan şekir Li gerden wan dest dikirne xelek Nema wan tu hay qet ji bayê felek Felek xayine pê tu behwer mebe Demek rengê roje demek wek şebe Di wexta ku roje gelek rohnî ye We hin car jî rengê şeva tarî ye Dilê xwe bi wê xweş meke ey merî Hevaltî bi kes re ne biriye serî Bizane ku nade kesî firsetê Ne kir dûm bi pêxemberê umetê Ne kir dûm bi îsa re zatê ji nûr Nekir dûm bi Mûsa re pêxwasê tûr Yekî wek Suleyman negîn almesî Xweda tiştê da wî ne dabû kesî Xweda daye wî nîmetek pir mezin Kirî pêşewayê hemî ens û cin Kirî serwerê mirx û hov û teba Belqiz hate jêre ji xakê Seba Xweda şand ji wî re bîsatek fireh Gera roj û şev pê qonaxa du meh Gera çerx û perwane û lewleba Dolab û perlengeran tev bi ba Li bala difiryane bask û neper Dikir geşt û seyran ne can û ceger Ne kir dûm bi wîna re dîsa felek Nekir dûm bi Nûh re siwarê kelek Eya pendegêr tu xwe parêz ke jê Xwe wenda meke wek Ciwan û Kejê Heya hat bi ser wan ve dîsa Keleş Di nîva şevê de se`et bûbû şeş Keleş dî ku herdu di derxulwetê Wê gavê hilanî kela xîretê Berî daye hindir bi kerb û bi kîn Bi dest girte şûr wek gurê dev bi xwîn Ji kalan dikêşa şûrê cewherî Di gel gurzê hesin dihat ber derî Ciwanê reben qet nema wî tu çar Ji paca bilind wî xwe avête xwar Xwedayê dilovan li wî kir kerem Li ber qade kir bû wekî pembo nerm Wekî mirxê bazî bi perwaz û fer Piy û dest ji wî re dibûn bask û per Hêdî rabû ser xwe bi axîn û nal Bi dilkî şikestî berî daye mal Emê wî bihêlin,Ciwan bexte reş Dê bên ser Kejê,ka çi pêkir Keleş Keleş hate hindir,bi çavên di sor Bi dest gurz û mertal,weha renge şûr Bi gulê Kejê girt li pê xwe kişand Bi lêdan kela xwe lê wêna rijand Perîşan bi dengê Kejê hate der Bi lez hate hindir,xwe avête ser Bi çavan ne bû xew,Keleş wê şebê Li ser pêtê agir,heyanî sibê Dema roj bi der ket bi tîrêj û rav Li çar goşê dinyê kirî şewq û tav Peravên xwe berdane kohêde bilind çi deşt û zozan,çi bajar û gund Ku Hurmiz dibûn padîşahê cîhan Ji ber wî şikest leşkerê Ehrîman Keleş rabû ser xwe bi lez wê sibê Biç avan ne bû xew ebed wê şebê Xerîb û belengaz û jar û reben Serê wî di ber de di xebxeb de çen Ji fikr û mitala dinê ew merî Di hatine girtin li ber her derî Li ber pêlê fikr û xeyala Keleş Cîhan lê dibû tenge tarî û reş Ji can û ji dil û her ewê xemperest Bi roj û şevan wî mirin tim dixwest Mirin pir dixwazin,Keleş neb` tenî Bi dest her kesî nakevê ez benî Ketî ser zimana,kesî nedgot,xêr Bûbû wek benîşt ket devê jin û mêr Belengaz hemû kes neyarê wî ye Lê ew qet nizane sebeb ma çiye Belengazê rastgo çi bêjî ku ew Hemî kes dibêjin ne wa ye derew Lê zengîn eger got:çiya çû çirê Wekî min gelek jê dikin bawerê Dima heyirî ew demek ponijî Ji nîşka ve rabû piya sekinî Berî daye sûkê Keleş pir bi lez Di cih de kirîbû kerîk berx û pez Di gel konekî çar sitûnî b`şerît Di gel sing û mîkut,rewage û çît Bi erzanî wîna firot xan û man Ji pez re ewî girtibû yek şivan şivan kişkirî pez berî daye mal Kejê û diya xwe demek mane lal Dihatin,dipirsyan ewan herdiwan çi çêbû bihîstin ji xortê şivan Kejê xweş dizanî tu rê tê nema Derê dil vekir bû li derd û xema Ji çavan dibarin rondik cot bi cot Li ser xwe û Ciwanê reben tim digot Ke ey dil bi derkev ji nêv cerg û ten Gelo ka li ku der dijî ew reben Dema ku te dî lê silav ke gelek Tu maçî bikî her dû çavên belek Tu rûnê binuhrîn bi dengê hezîn Bi nazî bibêje eya dilbirîn Tu bû wek Memê jar ez jî bûme Zîn Keleş bû ji mer her wekî Zeynedîn Ku bextê me bûye neyar wek Bekir Dilê me ewî yek demê xweş nekir Di pey rabû ser xwe Keja bextreş Hêsir têne xwarê ji çavên di reş Dizanî ku wê bê Ciwanê reben Nivîsî li jora derî ev suxen Gelek pir bi xêr pertewa cerg û can Li ser çav û gavêm tu bê ey Ciwan Belengaz û jarê evîna min î Tu dildar û daxwazê dîna min î Bi nalîn û fîxan her roj û şeb Te sotî li xwe dil, ezim her sebeb Eger tu dipirsî ji min derd û xem Wê xweş bî li te pir birîn û elem Bi navê Xwedayê cin û her merî Birînam ji ya te gelek kûrtir î Eger xort dinalin bi dengê bilind Lê em keç dison dil wekî mûm û find Hêviya min û te nema ey heval Emê bar bikin vê sibê koçemal Tu Mecnûn î, îro li darê dinê Li şûna warê Leylê tu maye tenê Bihara te lê bû temûz û tebax Gula te`y bi bîn çilmisî ew di şax Ku baxê te hişk bû nema tê rewa Bûye war û helîna kund û kewa Riya me çi dûr e eya dilbirîn Berê me li deşta çiyayê Sefîn Di pey ku xilas kir Kejê rûdinişt Bi şîn û girî ewê dil birişt Anî bû Keleş wê sibê çend şitir Qir û qafê malê li wan bar dikir Wî koça xwe bar kir di gel konê reş Li mêrga şemamokê danî Keleş çi mêrgek fireh tev kulîlk û giya Li jêra wê deşt e, li jorê çiya Ji jora çiyayêd bilind têne xwar Gelek şîpên avê ji kanîyên sar Dema têne xwar bi xumxum û lemlem Li rûbarê deştê dibin gol û çem çi terş û tirûş û xwedî kon û mal Ku vedixun ji wê ava sar û zelal Hemî hov û mirx û tebayên çiyan Dikalin bi sed deng û zar û ziman Himîn tê ji şêran guvîna piling şîqîn tê ji qazan qêrîna quling Zûrîna gura,dengê hirç û evor şerê çûçikan,qebqeba kew li jor Birê koviyan,komê wehş û beraz Hawê bilbila,tiqtiqa mirxê baz Ji şeb ta seher, qet li wan nîne xew Di nêv gul-giyan pal didin roj û şew Biharê ji wan re bihişte çiya Hemî çîçek û sorgulin tev giya Ku neqşê Xwedê pir bi terz û naz Li rûbara dinyê hemî kirye saz Hezar neqşê Erjeng û Manî hebin Nayên der di rewşa gulek sor ji bin Li jêra çiyê deşteke dûz û pahn Cihê xifş û karêd xezalan bizan Qûtîna şivan,marmara miya Mî û berx diçêrin ji tuxmê giya çi geysûm û şîh û çi gurt û nefel Qewan û kulîlk û rehana du pel Hemî nihmetin ev qada cîhan Xwedê daye terşên ne zar û ziman Li qûntara çiyayê Sefînê Keleş Wî koça xwe danî di gel konê reş Kejê bûye koçer li deşt û çiyan Ji bala wê naçî sawêra Ciwan Dema Kej berê xwe dida kaniyê Li bakûrê êlê di nîvê çiyê Heta ku diçe,tê bi şîn û girî Kela xwe ku hênik dikî ew zerî Hêvî û reca xwe birî bû jio bin Kulên xwe sipartî Xwedayê mezin Emê li wir bihêlin Keja bexte reş Emê serîkî bidne Ciwanê nexweş Ewî rojeke xweş nedî bû demek Gelo kanî paşê çi pê kir felek Felek xûz û xwar e,ne ol û ne dîn Bi kesre ne bûye heval der zemîn Ku rewrewk e her dem ne av e ne ba Kesêl dû tiye,ew bi roj û şeba Ku rojek ji rojan helestî Ciwan Berî daye qonax û birc û seran Dema ku Ciwan hatibû ber derî Nerî ku li ber der dijî yek zerî Ne Kej bû ne jî wek Perîşan û Gul Rûnişt û silav lê dikir dil bi kul Ewê qenc dizanî ew xortê zerî Ne bê kar û îş hatiye ber derî Nerî ku ewî rêz bi rêz bend bi bend Nivîsandina ser derî wî dixwend Dema xwendî hêstir li rû bûne rêz Li wî çog şikestin nema lebt û lez Ji zeryê dipirsî bê şerm û fedî Gelo kanî ma ew xezala kedî Ewê hê ji nû nas kiribû Ciwan Got:ey dilbirînê bi dax û kewan Eger ku dipirsî ji me kar xezal Li deşta Sefînê dijî bê mecal Gerden xwar e,herdem bi alî te ve Bi roj û şevan xew bi çav nakeve Dema ku zeriyê wisa jêre got Dil û cerg û mêlak li wî tev disot Hema rabû ser xwe bi rê ket Ciwan Belengaz û birçî,hejar û xizan Bi rêwîtî derketiye dewra zemîn Berî daye deşta çiyayê Sefîn Diket dev newalan li sirtêd bilind Di pirsî ewî war bi war,gund bi gund Gelek tahb cewr û cefa dî li riyê Di pê çarde rojan gihaşte çiyê Dema hilkişî hate jora çiya Li mêrgê nerî,êl ji wî ve bû xuya Li binya xwe dî yek li ser kaniyê Bi lez hate xwarê ji jora çiyê Keja dilbirîna bi dax û kewan Ji nîşkava dî ku li hember Ciwan Dema hev didîn ew diman şaş û lal Bi hev re mijûl bûn bi zimanê hal Hezar tîr reşandin hevdu ewan Ji awrên di çavan ji birhêd kevan Demek mane bê peyv û zar,hişkeçen Li paşê li wan der ve bû yeb sixwen Di gel hev mijûl bûn bi peyv û xeber Ku teht û kevir man li wan lal û ker Tebayê çiyê,tev li wan ponijîn Tilûran per û bask li wan hilçinîn Ku teyr û tilûr deng bilîne ji wan Ne nalîna bilbil ne dengê kewan Te digot qey çiya xaliye ji her teba Ne xumxum ji ava ne guvguv ji ba Di baxan de sorgul hemî çilmisîn Ji darên di şîn ber ji wan tev weşîn çiqas ez bibêjim xelas nebe qet Bi sed xam û defter,hezar xêz û xet Ciwan û Kejê ketne baxê evîn Ji darên di hev wan gelek gul çinîn Hezar maç didan hev ewan dor bi dor Ji çavên di reş,geh ji dêmên di sor Ku hingiv dimêtin ji lêvên di hev Ji nû hay ji xwe bûn,ku li wan bûye şev Ciwan û Kejê ku civan dane hev Li cihkî nependî digel hev bi şev Li cem hevdu rûnin û hev bikne bên û derdên dilê xwe ji hevre bibên Kejê rabû ser xwe berî daye mal Ciwan jî bi xwe daketî dev newal şikeftek li wî cih hebû tar û teng Ciwan têde raket di gel wî tifeng Bi roj nêçîrvan e,li çayê Sefîn Lê her şev di gel Kej dike ew civîn Ku ew dem ji emrê wan nayê jimar Ji ber ku bi wan re felek dost û yar Mixabin felek xayin e,ey merî Bi dev dost e,lê ew bi dil gawirî Xwe mespêre wêna tu carî temîn Ne soz û ne bext e,ne ol e ne dîn Ku carek ji caran ew herdu delal Li gel hev civî bûn ne xem û xiyal çiya rohnî bû hîv li çarde şevî Tîrêjên xwe berdane koh û zevî Sîpanek ji berfê,ji jora zinar Ji nîşka bi ser herdiwan hate xwar Mixabin ew herdu reben man di bin Ne gazî û hewar ne îns û ne cin Bi vî rengî herdu mirin bê guman Canê xwe sipartin Xwedayê cîhan Ji darê dinê çûn wekî ew ne bûn Bi e`şq û miradê xwe ew şa nebûn Ku rojek xwe yê xweş nedîn der zemîn Di dil wan de ma bû bi hesret evîn Keleş wê şevê qet nebû lê qerar Tu der wî nehêşte ne çol û beyar Digerya li her cih,nedî bû Kejê Sibê hate mal dest birî bûye jê Diya wê Perîşan dibû dîn û har Li çol û çiya wê dikir zarezar Ku çavên wê sor bûn ji rengê piling Ji tahba gerê ew ketî hişkeling Ne xwarin vexwarin,ne av û ne nan Ne lebt û ne tevger ne zar û ziman Gulê û Perîşan û hem jî Keleş Ji bona Kejê wan girêdane reş Di pey heftekî berf helî bûj` çiya Ji nû cendekê herdiwan kir xuya şivanan didîn zû xeber dane wan Bi bez hatibûn ser laşê herdiwan Perîşan xwe avêtiye ser Kejê Ji şîn û girî deng bil bûye jê Gulê hate ser term û laşê Ciwan Xerîbê welatan û deşt û çiyan Ji nû ve li wan bûye şîn û girî Perîşanê hembêz dikir ew zerî Gelek maç dikir,herdu çavên belek Qêrîn jê diçû ta bi çerxa felek Bi dengê Perîşan çi koh û zinar Diman jar û mest tev li ser dost û yar Bihar bûye payiz li dar û beran Teba mane xayiz li ser dîlberan çi şalûr û bilbil çi qaz û quling Hemî lal û gêj man,ne awaz û deng çiqas ez bibêjim,bi zar û ziman Di gel xam û defter,bi nezm û beyan Hemî tiştê çêbûn nikarim bibêm Heta vir me got bes bi kurtî û kêm Gora wan dikolan li cihkî bilind Ne bûn qet li nêz wan ne bajar û gund Ew herdu veşartin di gor û mezel Sipartne ber serê wan du kel Ku navên di wan xweş nivîsîn li ser Ji ser wan diçûn tev bi ax û keser Ew herdu dibûn serwerê dîlberan Dibûn remz,ji bo e`şqa keç û kuran Bi dilkî şikestî Keleş bê xelat Wî koça xwe barkir berî da welat Di pey sê mehan ta gîha Amedê Heta ew ku sax be Xwedê qet nedî Nehişt ku bi hev şa bibin dost û yar Bi poşmanî dîsa vegeryaye war Li vir serpêhatîya me bûye temam Tîrêj pir cefa dî li ser weselam Gelek hêvîdarim ji keç û kuran Hemî jîr û zana,hemî xwendevan çi pîr û çi kal û çi mêr û çi jin Eger tişkî kêm dîn,veşêrin li min Tîrêj pêş kirî ev qeder bê guman Ji bo hîn bibî kurd bi zar û ziman Ji bo miletê xwe me kir ev xebat Bijî serfîrazî bijî tim welat *http://www.tirej.info/ **Rêzkirna tîpan: Mişel (bavê Nisrîn) Ibrahîm(bavê şêrîn)

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz