Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Receb Dildar

Receb Dildar

2 görüntülenme 0 beğeni
Xwezî Ji bajarên qilêr dûr bûma, Li serê qotekî bilind Bi lorîna bayê sibê Di nav kulafekî koçerî de Li benda zayîna rojê bûma. Xwezî Ji mejiyên qilêr dûr bûma, Li nav daristanên keskesor Li ser aveke zelal Bi dengên teyr û tilûran Li benda xewa şêrîn bûma. Xwezî Ji pereyên qilêr dûr bûma, Li dora goleke şîn Bi hevaltiya kuliyên berfê Li dû Gulîsora xwe Li meşa serê sibê bûma.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Receb Dildar şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz