Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Receb Dildar

Receb Dildar

2 görüntülenme 0 beğeni
Dilopek ji hêsirên çavên te bû Min bi serê rêyan xist, Di deryaya diristanan de Jar û pêxwas Bi beza bayê re ketim pêşbaziyan, Rastî frînekên naskirî dihatim Rê li min dibirrîn Dewran li min qelibî Qamçiyên îxaneta reş şaqiyan Li ser sînga min. Dem û demsalan Rehên xwe di bîrên bêbinî de veşartin Rêvî tev gihîştin qonaxên xwe, Ez hesreteke bi jan im Li ser rêya te diperpitim, Pêlên li hev diqelibin Bi sebra teyrê sîmir Bi dû keviyên te ketine, Dilekî birîndar Di nav sînga xwe de Defa hewarê dilorîne, Ne karê salan e, Wê vê çîrokê Dîrok binivîsîne Amedya... Rastî miriyan dihatim Kirasên spî kiribûn al Tevî sêdarên xwe dimeşiyan, Axînên di dil de mayî Dibûn topên bêdengiyê Li ber bedenên te diteqiyan, Lal bûbûn derwêş Ji bo stranên dilşewat Pêlik dikutan sînga ezman, Lal bûbûn erbane Bi cizbê diketin kevirên reş Di malzarokan de pitik dihanîn îmanê, Lal bûbûn dayikên porkur Kezeb disincirandin Li ber bayê bakur û Li ber bircên bilind Min xwêdana xwe Bi gulebaranên qirêj paqij kir Amedya... Min bi rojê sond xwar Li ser çiyayên bilind, Min bi navê te sond xwar Bi qewlê bav û kalan, Ez ê çirayên xwe netefînim Li kolanên stûxwar, Bi kulîlkên dora kaniyan Birînan derman dikim, Lorîna dengê te ye Min li piya dihêle, şewqa beşna te ye Min ciwan dihêle, Bihar bangî min dikin Kel dide xwîna min, Bi bîhna te jîndar in çivîkên ruhê min, Min tacekê çêkir Ji beybûnên dilê xwe Ez ê li ser porê te deynim Amedya... Stêrkên ji porê te diweşin Rêçên kadizan amade dikin Ji bo simên zêrîn, Hespên şînboz dibezin Li zeviyên tije hêvî, Bi alên agir dimeşin Lehengên gurçikpola, Keskesor dibiriqin Di şevên reş û tarî de, Tîrêj bangî min dikin Kel dide xwîna min, Ronahiyeke ji rengê te me Bi bayêbezê li dû te me, Di şefeqa sor û şîn de Di zayina roja evîn de Ez ê rûyê bi xêlî Bi tîrêjên pîroz Tewaf bikim Amedya...

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Receb Dildar şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz