Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Receb Dildar

Receb Dildar

2 görüntülenme 0 beğeni
Berî Nusêbînê Dûxanên bilind xuyakirin Dikirin kêf û şayî Li nav ezmanên sayî çavan li hev dişkandin Silava newroz e. Hêla din Qamişlo Li dora agirên xweş Dikeniyan rûyên geş Biçûk û mezin milmilî Bi govend û tilîlî Dibên newroz e. Nusêbîn xemilye Bi qîz û bûkên çavbikil û devliken Temezîyên milên wan Kulîlkên destên wan Her sê rengên şêrîn Bûne deryayek evîn Hêvîyan geş çavan ronî dikin Ala newroz e. Piştî tilîlîyan Sînor nasnekirin Dûxanên newrozê Wekî evîna du dilan Bi hesreta çend salan Bi ramûsan û hezkirin Hevdû hemêzkirin Li ser Nusêbîn Li ser Qamişlo Bijî newroz e.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Receb Dildar şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz