Bi kenên te
Gul vedibin
Li rûyê nazenîn.
Bi kenên te
Evîn diweşe
Ji lêvên hungivîn.
Bikene
Bi kenên te, dem pir xweş e
Jiyan, bi kenên te dimeşe.
Herdû çavên te yên sîn
Du çemên hênik in
Li ser dilê’m diherikin
Xem û xeyal nahêlin
Bûne hêvî dibirikin
Bikene
Bi kenên te, dem pir xweş e
Jiyan, bi kenên te dimeşe.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Receb Dildar şiirlerine dön