Min Got, gula pir delal
Got ez keça Kurda me
Min got cana şîrhelal
Got şepala şêra me
Min got nazik beybûn î
Ziman xweş û şîrîn î
Di nav dil de birîn î
Got evîna merda me
Min got canê, dilzarê
Gula dema biharê,
Got bêje min yarê
Ji bo Dildar dilda me
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Receb Dildar şiirlerine dön