Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Receb Dildar

Receb Dildar

2 görüntülenme 0 beğeni
Gava Siya şevê Dikeve ser bajarê min, Tariyeke cangiran çarlep xwe diavêje Dilê dê û bavan. Dem li xwe dilukume, Di janê de asê dimîne. Min jî dixwest, Bi dengên dîlberên nazenîn şahiyên xemrevîn li dar xim. Lê Di bazara canfiroşan de însan bûne destê duyemîn, Potînên reş şopên kurdewar digerînin. Gava Rengê şevê Dikeve ser bajarê min, Kuçe tevde kerr dibin. Ecacokên tirsê Di quncikên bixof de çaralî dibezin, Dayik dikevin tatêla zayîna rojê. Min jî dixwest, Di awirên zeriyên lêvbiken de şevbuhêrkên bextewar bigerînim. Lê çerxa felekê serûbin bûye Ruhistîn simbêlan badidin Li ser sîngên terûteze.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Receb Dildar şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz