Temiya te li ser gerdena min nexişî
dilê sêwî bi hatina te govend gerand
bêdengî di hawarên qetilkirî de diricifî
Demsalên çûyî
bi ser nexşeya evînê de bibarîne
Min jî ji tora eşqa gerdena xwe derxe
û laşê min bi kewa Zînê re
biafirîne.
*Ji pirtûka wê Risteyên Gazincbar, r: 9
*Bi destûra helbestvanê ye.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Nurcan Delîl şiirlerine dön