Dem bilez diherikî
Di dawiya emrê me de
perpitî xweziyên me
Bêrawestan diherikin
hêsirên di bêdengiyê de,
û difetisin
Lerzên li ser bedena me
bila nimêja xwe
bi hev re bikin
Were me bihejîne
li şaneşîna emrê me
Xweşî û şadiyê bexşê me bike
kelecana evînê
di laşê me de
bila di dilîstana xwe de
zikir bike
*Ji pirtûka wê Risteyên Gazincbar, r: 37
*Bi destûra helbestvanê ye.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Nurcan Delîl şiirlerine dön