Straneke bê armanc im
destgirtî me
di bin taya tenêtîyê de
jîyanek jidestçûyî me
Yekem car e
ku mirin tinazê xwe bi min dike
Şewatek
hinavên min radipêçe
were!
de were
barê tewanbariya min hilgire
Tirsa mirinê lotikan diavêje
Ez ji taqetê ketime
Bi girêdanek koçerî
di dîrokek jibîrkirî de
ez karxezaleke bêçiya me
*Ji pirtûka wê Risteyên Gazincbar, r: 43
*Bi destûra helbestvanê ye.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Nurcan Delîl şiirlerine dön