Disincirin
awirên bêyî te mayî
Di tevnê de
tê raçandin
dilê xeydok
Di xewnên bêxewmayî de
derbirîna xwe vedibêje
Di dergûşa bêdeng de
xwe dihejîne
û çend gotinên jibîrbûyî
hûrik hûrik diherikin
tên li ser ziman dipengizin
û
li ser pelên payîzê
janê tewaf dike
*Ji pirtûka wê Risteyên Gazincbar, r: 40
*Bi destûra helbestvanê ye.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Nurcan Delîl şiirlerine dön