Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Nurcan Delîl

Nurcan Delîl

2 görüntülenme 0 beğeni
Bêhna janeke tehl kon vedaye di bin pozê min de Dikim qêrin û gazi Tu bûyî taca serê tazî Bi hawara zarokên pêxwas baz dide Bi talan li hev civiyan dîsa li çolan rabûn bi hezaran kurd Demsala xayîn, bêdengiya qêrînê pişta xwe dabû bêbextiya bêar Ez ê bibim çûkên demsalê li ser qesr û qonaxên welatê xwe morî tazî digere li welatê dengbêj û çîrokbêjan Dilorîne dûrikê dirêj li ser dil û êşan dibê serbilind e çiyayên min bi xortên hêja Tev şêêrbêj û dengbêj in bi hêviyên xwedawend Zerdeşt di şevçiraya Çarşema Sor de şevê ronî dike Îsa silav dike Muhammed Azad dike Bi bihara dildaran di keserên bûkaniyê de difetisin Sewtên bêhevsar Enkîdû dixapîne, dîrok lorikên dayîkan diedilîne, rihan û pûnga hewşê di cizbê de direqisin, 104 ME'yên Înanna bi yek hawarê vedijîne jiyanê Xayînan kon vegirtine Bi diranên xwe yên zingarî bibe Kerbela jî Jinê vekolaye, jiyan çandiye, gerdûn bi destê xwe yê xwedayî birîna welatê min vedireşe bi ser qewmê Lût jana sor xwe kiriye kilor li benda tenûra vêketî metîs sembola sereke ya zanîna xwedayî Disincirin hevalbendê demsalê bi awirên pêşberî Were Darîûs bixeniqîne di gora wî de bi ava zemzemê azad bike welatê Cegerxwîn û Mîr Bedirxan Destbirak e bakûr û başûr Mem û Zîn in Kawayê Hesinkar! were bihêre mirinê, dor bide vejînê, bi destarî bigerîne tovên azadiyê *Bi destûra helbestvanê ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Nurcan Delîl şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz