Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mistefa Begê Kurdî

Mistefa Begê Kurdî

2 görüntülenme 0 beğeni
Seday¹ semtûr² e kellem³ germ e em şew⁴ Çirîkey bangî dill bê şerm e em şew Be naxun⁵ karî Ferhad dê le destim Weha şahûl⁶ e sînem⁷ nerm e em şew Le tenhayî be yadî rohî Mecnûn⁸ Xeyallî geştî deşt û derme em şew Xubarî⁹ xakî Wamîq¹⁰ ger Beheşt e Ke qapî¹¹ to sebûrî¹² derme em şew Le ser rû¹³m zamî¹⁴ naxûn nexşî toy best Temay sin’atekey Azer¹⁵ me em şew Le dewrî şem¹⁶ gerra Perwane¹⁷ nakam Le ser rêy wesllî¹⁸ to rehber me em şew Eger çî yar û yawer¹⁹ bûn be duşmîn Xemî bê yarî bû yawer me em şew Ke çunke boy²⁰ wîsalî toy têda ye Nesîmî²¹ subh²² xeber awer me em şew Ser im şorî²³ wîsalî kewt e ser baz²⁴ Dîsan Kurdî ke derdî ser me²⁵ em şew 1 Seda: Deng, awaz 2 Semtûr: Amûrekî muzîkê ye 3 Kelle: Serî 4 Em şew: Ev şev 5 Naxun: Nînok, neynik, neynok 6 Şahûl: Sitûn, şaqûl, keresteyekî xanî dirûstkirine 7 Sîne: Sîng 8 Mecnûn: Mebest ji Mecnûnê dilberê Leylayê 9 Xubar: Toz 10 Wamîq: Dilbera Ezra 11 Qap: Nig, ling, pê 12 Sebûrî: Hedarî, aramî, hêminî 13 Rû: Rûxsar 14 Zam: Birîn 15 Azer: Bavê hezretî Îbrahîm. Sin‘eteke Azer senem û pût çêkirin bû. 16 Şem: Mûm, çira, lampe 17 Penvane: Teyreke biçuke. ‘Aşiqê ronahî û çirayê ye. 18 Wesll: Wîsal, gehîştin 19 Yawer: Yar, alîkar, havdem, piştevan 20 Boy: Bên 21 Nesîm: Bayê serê sibê 22 Subh: Sibeh, beyan 23 Şor: Sewda, eşq, arezû 24 Baz: Navê teyrekî ye. 25 Ser me: Serê min e *Çavkanî: Hêmîn Omar *Deşîfrasyon: R.Xendekî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mistefa Begê Kurdî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz