Çêjtim em ro jehrî mar û rohî şîrîn im nehat
Zamî¹ konem hate jan û merhemî birîn im nehat
Min xem im xward û xemîş xiwênî cîgermî xwarde we Boye giryam çend beçend, firmêskî xwênîn im nehat
Xem serî lêdam³ û yarîş qet serêkî lê nedam
Sebr û hoş im royîwe⁴, xaretgerî dînim nehat
Dill desûtê⁵ çîn be çîn deşkête ser yek wek fener⁵
Xawenî rûyî ateşîn û zulfî çînçîn im nehat
Dîde⁷ wek hewrî beharan xwên debarênê û seday
Pêkenînî xunçeyî new sebz e perjîn im nehat
Goy serim⁸ çewganî⁹ mîhnet daye ber xoy ray firrand
Way ‘eceb, bo şasiwarî¹⁰ xaneyî zîn im nehat?
Kewtime¹¹ wextî mirdin û xem xistimye hallî xerrxerre¹²
Kurdî bê kes xom le hîç layê seday şîn im nehat
1 Zam: Birîn
2 Xwardewe: Xwar, Vexwar
3 Xem serî lêdam: Xeman ziyareta min kir, Xeman sen li min dan
4 Royîwe: Revîye
5 Desûtê: Dişewite, disoje
6 Fener: Lampa, fanos
7 Dîde: Çav
8 Goy serim: Serê minê weke top û balon
9 Çewgan: Goçan, gopal
10 Şasiwar: Şehsiwar, mêrxas, siwareka rind
11 Kewtime: Ez ketme
12 Xerrxerre: Xirrîna ber mirinê a di hengama ruhvekişandinê de
*Çavkanî: Hêmîn Omar
*Deşîfrasyon: R.Xendekî
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Mistefa Begê Kurdî şiirlerine dön