Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mistefa Begê Kurdî

Mistefa Begê Kurdî

2 görüntülenme 0 beğeni
Rengî gull jana¹ Wekû ruxsareket² rengîn nîye Şekkerî mîsrî wekû guftareket³ şîrîn nîye Ehlî⁴ Çîn⁵ neqqaşî⁶ çak in xo, bellan⁷ teswîrî⁸ to Neqşî xamey Kirdigar9 e, karî westay Çîn nîye Men'î¹⁰ min ‘emden deka exyarî gewc yaxo ker e? Talîbî pûş û gîya, coyay gull û Nesrîn¹² nîye Mentîq¹³im tey kird¹⁴ be ehwalatî terîxî şewe Hîç wekû 'eşq balsî¹⁵ can ya mayey jîn nîye Min ke kuştey tîxîeşq im rojî dîwanî ceza Bo çî şahîd bênim? Axir¹⁶ berge kem xwênîn nîye? Meşqî¹⁷ Mensûr e le wextî kuştinîşda pêkenîn Arê beşq¹⁸î ‘eşq e ‘aşiq, ser be buxz û kîn nîye Min ke rîswa¹⁹ bûm û tepllî ‘aşqîm lêdaîtir “Kurdî” Hîç perway²⁰ dil û saman û can û dîn nîye 1 Jana: Ey riha min, ey canê min 2 Ruxsareket: Rûyê te 3 Guftar: Axaftin xweşik 4 Ehlî: Xelkê 5 Çîn: Welatê çîn 6 Neqqaş: Ew kesê ku resm û nexşan çêdike. 7 Bellan: Emma, belam, lê belê 8 Teswîr: Şêwe, şekil 9 Kirdigar: Xwedê 10 Men’: Rêlêgirtin Coya: Arezûmend 12 Nesrîn: Cûreyekî gul e 13 Mentîq: Zansta mentîq 14 Tey kird: Kurt Kir, fêm kir, derik kir 15 Ba’îs: Ho, sebeb 16 Axir: Îdî, nîhayet 17 Meşq: Mijûlbûna ji bo hînbûna karekî 18 Beşq: pîrozî, heqqî 19 Rîswa: Bêheya 20 Perwa: Tirs, bak, endîşe, xof *Çavkanî: Hêmîn Omar *Deşîfrasyon: R.Xendekî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mistefa Begê Kurdî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz