Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mistefa Begê Kurdî

Mistefa Begê Kurdî

2 görüntülenme 0 beğeni
Eger meylit le dill derkem? Xerîbî koyî dillber bim Weger satê le yadim çî? Hîlakî jehrî ejder¹ bim Be xeyrez² boseyî³ çawit eger qesdî⁴ wîsalit kem Be şu’leyi qehrî⁵ tu ya Reb serapa⁶ mîslî exger bim Eger yek lehze sistt kern le jêr barî xemî ‘eşqit Be mîslî pencere qurban be ten⁷ sûraxî⁸ xeneer tim Le ser te’rîfî⁹ egrîcet eger bêm wesfî kakoll¹⁰ kem Be zerbî¹¹ tîxî ebroy to emin¹² meqtûlî¹³ bê ser bim Eger yek lemhe¹⁴ xafill bim le şu’ley mahî ruxsarit Le heşra bê nesîbî¹⁵ cennet û rûbarî Kewser¹⁶ bim Gedayî¹⁷ koyî¹⁸ canane be şahîy ‘alemî nadem Gedayî xoştir e bo min le şahî, ger muxeyyer bim Erê yaran! Billa “Kurdî" le botey¹⁹ fîrqeta²⁰ yek car Xulase²¹ û bê xeş²² û, meqbûlî²³ ‘alem qaltirîn zerr²⁴ bim 1 Ejder: Ejderha, ezya, marê mezin 2 Be xeyrez: Bi xeynê wî, xeyr ji wî 3 Bûse: Maçkirin 4 Qesd: Niyet, niyaz, mebest, xwestin 5 Qehr: Kîn 6 Serapa: Ji ser heta pê 7 Ten: Leş, beden 8 Sûrax: Kun, qul 9 Te’rîf: Danasîn, nasandin 10 Kakoll: Perçem. Ango zulfe zilaman 11 Zerb: Derb, lêxistin 12 Emin: Min, ez 13 Meqtûl: Ê ku hatiye kuştin, kujraw 14 Yek lemhe: Yek lehze 15 Nesîb: Beş, pişik 16 Kewser: Navê rûbarekî ye di beheştê de 17 Geda: Kole, bende, hejar, feqîr 18 Koyî: Baregah, menzil, meqam 19 Bote: Qalib 20 Fîrqeta: Dabiran, cudabûn, destjêberdan 21 Xulase: Pûxte, kurte 22 Bê xeş: Bêqirêj, temîz, paqij 23 Meqbûll: Tiştê ku tê qebulkirin 24 Zerr: Zêr, altûn *Çavkanî: Hêmîn Omar *Deşîfrasyon: R.Xendekî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mistefa Begê Kurdî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz