Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mistefa Begê Kurdî

Mistefa Begê Kurdî

2 görüntülenme 0 beğeni
‘Ezîzan! Min ewa royîm¹ le latan² Le mezllûman billa çoll bê willatan Ke êwen padişay lutf û ‘edallet Be xwa heyfe bi rencên gedatan Egerçî xak û xollî rehguzar im Be serma xo guzer naka sipatan³ Were binwarre⁴ çawî pirr⁵ le xwênim Be tefsîlat bibînin maceratan⁶ Ke min royîm Cehennem pirr meken lêm Le min xallî meken koşk û seratan Cefatan dam û kujtimtan⁷ be zarî Nizûlî rehmet e cewr û cefatan Îlahî min bibim rojê dused car Be qurban! geda û padişatan Mellên⁸ kellkî nebû royî Cehennem Ser im qellxan e bo tîrî qezatan Nesîmî koyî to xatir deka cem Be boy turrey peşêwî paniyatan Min im serkirdetan bo leşkirî xem Detirsim min birrom bişkê sipatan Eger sebr û eger dill bû, weger roh Hemû royîn, çî ye îtir tematan⁹? Seferman çunke rêy hat û nehat e Du'aman bo biken êwew xudatan Tikay¹⁰ Kurd! weha ye êwe car car Biken yadî muhîbbî bê riyata 1 Royîm: Royîştim, rûniştim 2 Le latan: Li cem we, ii ba we 3 Sipatan: Leşker 4 Binwarre: Bibîne, binêre 5 Pirr: Tijî 6 Macera: Bûyer, serhatî 7 Kujtimtan: Hûn ez kuştim, we ez kuştim 8 Mellên: Nebêjin 9 Îtir tematan: Îdî hûn li bendê çi ne? Ango mebesta we çi ye 10 Tika: Rica, daxwaz *Çavkanî: Hêmîn Omar *Deşîfrasyon: R.Xendekî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mistefa Begê Kurdî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz