Leylekey bê meylekey mehbûbekey ‘eyyare kem
Şoxekey bedbextekey bê rehmekey xeddare¹ kem
Zallimey le Xwuda netirsey kafirey bê mirwet e!
Qatilley ‘aşiq kujey celladekey xûn xware kem
Gullbeden, sîmînzeqen, xet yasemen, fendeqdehen Esmerey qed ‘er‘erey naz û nezaket dare kem
Leylekey, çawmestekey, dill bestekey, newrreste² kem
Hûrîyi cennatu tecrî tehtehel-enhare³ kem
Newcewan, ebrokeman, şîrînzuban û nukte⁴ dan
Turkreftar û perîruxsar û perçem dare kem
Ger reqîb! Sed car derim ka ya cinêw⁵ im pê bida
Na'îlac⁶ im her debê bêm bo selahî⁷ kare kem
Emêsta boyeke Hîcrî⁸ jehrî dûrî çeştuwe
Tellix guftar e kelamî le’lî şekkerbare kem
1 Xeddar: Sitemkar, zalim, zulumkar, cewrkar
2 Newrreste: Nûtêgihîştî, tazepêgeyîştî
3 Cennatu teen tehtehel-enhare kem: Amaje bo ayeta 136 a sureya ‘Alî 'îmratt, çend beheştek ku di jêrê wan de rubarê avê diherrikin.
4 Nukte: Mebest biçûktiya dev û şîrînîya ziman e.
5 Cinêw: Çêrr, dijûn. Xeberên nebaş
6 Na‘îlac im: Bê derman im, naçar im, mecbur im.
7 Selah: Başkirin
8 Hîcrî: Yê ku ji welatê xwe vediqete û muhacir dibe. Kurdî mexlesa “Hîcrî” di wextê mihaciriya xwe de bikaranîye.
*Çavkanî: Hêmîn Omar
*Deşîfrasyon: R.Xendekî
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Mistefa Begê Kurdî şiirlerine dön