Xwe biparêze jê
Zor tirsonek e
Dikare her tiştî bike
Stûyê xwe li ber xwar neke
Tirsonek û rûşûştî ye zor
Hingî tu kêm bikşînî
Bêtir êrîşker dibe ew
Nekeve faqa wê
Teqaneka mezin e ew
Hingî here
Bêtir tê de diçî xwar
Divê em biryara xwe bidin
Zor me di ceribîne
Niha
çiyakî bilind ji delalîya mêjîyê însan
Sûreka xweragirîyê
û şemala hizkirinê
- ya ku geş dibe û dinyayê dide ber xweMin
radipêçe
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Mem Ronga şiirlerine dön