Bes e êdî lûleyên sar
Nûçeyên mirinê
Mezelên hunda
Her sibe ji îroyekê dizê
Amenna
Kî ji we dikare ji min re bêje
Ji îroyeka wiha
Wê sibeyeka çewa bizê
Hesreta aşîtîyeka bêdawî
Reh berdide li kûrayîyan
Li dilan
Li bîbikan
Bi awakî
Ku
Ne tê avêtin
Ne tê rihotin
Lê
Niha
Bêtir xweydan divê
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Mem Ronga şiirlerine dön