Ne tenê me di vê evînê
Ne tenê
Birayên min hene li çar alî
Li çar alî dinê
Reş û spî, bindest û azad
Birayên min hene li çar alî
Hina rêzil qetand
Hin dikojin
Rûreşîya mirovatîyê
Birîna min î xedar
Mêtingahkarî
Bi tang û top û napalmê
Di sikratê de hovtir
Êrîşan tîne
Bo spêdê pirr nema
çar perçê dilê min
Yek stranê dibêjin
Dizanim êdî
Hêvî nexweşîn e
Ger nehatibe strehandin
Bi dengê gerran û kerane
û reh bernedabe
Di axê de
Destê min
Li destê te digere
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Mem Ronga şiirlerine dön