govendek destpêdike li bilindahiyê
xwe li ba dike pelekî ji rengê hemû zer û soran
li ber bayê sar î payîze
tenê lerz e ew
li vê berêvara dereng
i jêr dinêre
li axê
li jor
li asîmanê ji ewrên rengerisas tikandî dinêre
ne dest ji darê dibe
ne dikare li hember gaziya axê xwe ragire
werr
dudil dimîne demekê
paşê
xwe ber dide
bi giranî datê xwarê
li jor dinêre careka din
li asîmanê bilind
li pelên mayî
bi keser radimûse axê û
pişta xwe dide bayê hênik
hiltîne serê xwe
diçe
di dil de xembariya refên çivîkên koçer
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Mem Ronga şiirlerine dön